“Êrîş li ser hebûna Kurdan e”
Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser axa Başurê Kurdistanê şermezar kir.
Heleb - Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk ku di 23'yê Nîsanê de li ser xaka Başurê Kurdistanê daye despêkirin şermezar kirin. Daxuyanî li pêşiya navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê hat dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mûse ve hat xwendin wiha bû: "Rast hatina van êrîşan, salvegera qirkirina Ermeniyan ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatibû di eynî demê de ye. Peyama dewleta tirk ewe ku çawa çawa Ermeniyan ji komkujiyan derbas kiriye, dixwaze kurdan jî wiha bike. Dewleta tirk bi hevkariya hikûmeta başûrê Kurdistanê re dixwaze encam ji êrîşên li ser heremên parastina medyayê bigire. Ev êrîşên qirker li ber çavê tevahî cîhanê pêk tê, lê cardin hemû dewletên navneteweyî bêdengiya xwe diparêzin. Em cardin bi riya vê daxuyaniyê bang li ber çavê tevahî sazî û dezgehên mafê mirovan dikin ku êdî bêdeng nemînin."
"Xewin û xeyalên xwe dixwaze li ser erdên Kurdan pêk bîne"
Rûşîn di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bi êrîşên li ser heremên parastina medyayê xeyalên xwe yên osmaniyan vegerîne û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Beriya wê jî êrîşî Heftanîn û Garê kirin, ev êrîşana dide diyar kirin ku dewleta tirk dewleteke hov e. Dewleta tirk dixwaze bi van êrîşan xewin û xeyalên osmaniyan li ser erdên kurdan pêk bîne. Siyaseta dewleta tirk siyaseteke dagirkere û dixwaze hebûna xwe li ser dagirkirina welatan û gelan bide avakirin. Heremên ku ji aliyê dewleta tirk ve tên dagirkirin em dibînin hemû bi guhertinên demografîk re derbas dibin û gelê resen dide koçberkirin. Divê hemû mirovahî bizanibe ku armanca dewleta tirk a dagirker berfirehkirina dagirkeriya xwe li ser esasa şikandina îradeya gelan û deskeftiyên wan e."
"Ev êrîş hebûna kurdan hedef digire"
Rûşîn di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku bi êrîşkirina herêmên parastina medyayê hebûna kurdan tê esas girtin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em wek Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bang li Gelê Kurd û dostên kurdan dikin ku ev êrîşên ku niha li çiyayên Kurdistanê pêk tê, hebûna kurdan hedef digirin. Lewma divê Gelê Kurd rabin li ser piyan û xwedî li zarokên xwe yên çiya derkevin. Ji ber zarokên me îro ji bo azadî û demorasiyê têdikoşin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin."