Êrîş bandorê li çandiniya herêmê dikin
Îsal ji ber kêmbûna baranê û zêdebûna êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bandorên neyînî li ser berhemên çandiniyê li kantona Firatê çêdike û dibe sedem ku berhemdarî kêm be.

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê - Şêniyên bajarê Kobanê yê kantona Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çandiniyê weke çavkaniya xwe ya bingehîn û jiyanî dibînin. Îsal ji ber kêmbûna baranê û dijwariya êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê, bi taybetî li ser gundewarên kantona Firatê yên li ser sînor, rêjeya çandiniya genim û ceh kêm bûye.
Îsal li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baranê gelek kêm bû û ji 700 mm bûye 200 mm ji ber vê yekê berhemên çandiniyê kêm bûne. Di heman demê de cotkar hewl didin bi riya avê çandiniya xwe bikin lê ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê û qutbûna av û kehrebeyê, ji karê wan ên çandiniyê re dibe asteng nikarin wê yekê jî bikin.
‘Bandora êrîşan li ser qada çandiniyê'
Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya bajarê Kobanê Sewsen Deban diyar kir ku ji rêjeya ji sedî 99’an xelkê kantona Firatê giraniya xwe didin çandiniyê û debara jiyana xwe pê dikin û wiha got: “Di 15'ê îlona 2024'an de desteyê dest bi dayîna lîsansa zeviyên çandiniyê kir û gubre û mazotê li cotkaran belav kir. Cotkar di karên xwe yên çandiniyê de rastî gelek pirsgirêkan tên. Sala borî dewleta Tirk a dagirker stasyonên neft û sotemeniyê kir hedef, vê yekê jî bandorê li ser çandiniyê kir.”
'Kêmbûna baranê jî bandorê li hilberîna çandiniyê dike'
Sewsen Deban da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk bandorê li ser hilberîna çandiniyê li herêmê dike û wiha domand: “Îsal ji ber êrîşên dagirkeriyê li gorî tê xwestin me mazot belav nekir. Di heman demê de jî cotkar ji ber êrîşên dagirkeriyê û hedefgirtina wan nikarin biçin nava zeviyên xwe yên nêzî xeta sînor. Ev jî astengî û zehmetiyên cotkaran zêdetir dike her wiha bandorê li ser qada çandiniyê dike û berhemdariyê kêm dike. Li kêleka êrîşan guhertina avhewayê jî bandorê li ser çandiniyê dike. Îsal ji ber kêmbûna baranê demsala çandiniyê gelek ziyan dît. Ev yek jî wê felaketên mirovî li herêmê ava bike."
'Rêjeya berheman îsal wê kêmtir bibe'
Sewsen Deban bal kişand ser polîtîkayên dewleta Tirk û wiha got: “Dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê bi êrîşan, bi polîtîkayên hiştina bê av jî bandorê li herêmê dike. Di van salên dawî de dagirkeriya Tirk ava Çemê Firatê li ser herêmên me qut kir û vê yekê bandoreke neyênî li ser erdên li nêzî Çemê Firatê dike. Her wiha bandorê li ser kêmbûna asta ava bîrên ku cotkar zeviyên xwe ji wan av didin jî dike. Sala 2024'an 130 hezar ton genim û ceh hatin girtin. Îsal deste texmîn dike ku rêjeya çandiniyê di nava 30 heya 40 hezar ton tenê de ye. Ev jî jiyana mirovan dixe xeterê.”
'Qutbûna kehrebeyê jî bandorê dike'
Sozda Adil a şêniya gundê Aydeq ê bajarê Kobanê ye der barê kêmbûna rêjeya hilberînê di qada çandiniyê de ev tişt got: “Ji ber kêmbûna baranê îsal berhemên genim û ceh dê kêm bin. Em hêvî dikin baran heya dawiya meha Adarê bibare ji bo ku demsala kemûn, nok û nîsk baş bibe. Her wiha qutbûna kehrebeyê jî bandorê li qada çandiniyê dike û em nikarin bîran jî bi kar bînin."