‘Êdî hukmên demboriyê bi kar neynin’

Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya li Amedê li dar xistin de, aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di 15’ê Tebaxa 1994’an de di bin çavan de hat windakirin pirsîn û gotin: “Dawî li bikaranîna hukmên demboriyê bînin.”

Amed- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi daxwaza “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" çalakiya xwe ya 810'emîn li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê li dar xistin.

Di çalakiyê de hejmarek zêde xizmên windayan, rêveberên ÎHD’ê û hevşaredarên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn amade bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên windayan tê de bû hat vekirin û vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay ê ku di 15’ê Tebaxa 1994’an de li Amedê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Çîroka Îbrahîm Kartay ji aliyê sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman ve hat xwendin.

Leşker li bavê ku pirsa kurê xwe dike gule dibarînin û gef lê dixwin

Omer Salman der barê Îbrahîm Kartay de agahî da û pêvajoya binçavkirin û windabûnê anî ziman û wiha got:

“Di 15'ê Tebaxa 1994'an de leşkeran bi ser gundê ku Îbrahîm Kartay lê dijî ve girtin. Leşkeran gundî li qadê kom kirin û ji wan xwestin gund vala bikin. Beriya ku gundî kel û pelên xwe ji malê bigrin  leşkeran dest bi şewitandina malan kirin. Çavkaniya jiyanê ya gundiyan lawirvanî bû, leşkeran bi çekan gule li lawiran reşandin û hemû lawir kuştin. Salîme Çakir ku di derketina gund de li benda hevjînê xwe bû, jê re dibêjin hevjînê te hatiye binçavkirin. Salîme Çakir bi zarokên xwe re xwe sipartibû gundê cîran, piştî 10 rojan bi hêviya ku xeberê ji hevjînê xwe bigre, li gel xezûrê xwe diçin Hênê û serî li Serdozgeriya Komarê didin lê belê, malbat ji dozgeriyê tu agahî nagire. Li vê derê rayedarên li qereqolê bersiva; ‘Îbrahîm Kartay nehatiye binçavkirin’ didin. Piştî demekê bav Kadrî Kartay careke din diçe qereqolê lê belê ji aliyê leşkerên li qereqolê ve gule lê tê barandin û ji bo êdî pirsa kurê xwe neke gef lê dixin.”

‘Bila ji bo hemû windayên me edalet pêk were’

Omer Salman diyar kir ku hemû serlêdanên malbatê bêencam mane û bi gotina ‘Ji bo Îbrahîm Kartay û hemû windayên me bila edalet pêk were’ wiha domand: “Tevî ku dema hatine binçavkirin ji aliyê kesan ve hatine dîtin jî binçavkirina Îbrahîm Kartay înkar kirin û êdî tu xeberek jê nehat girtin. Di 30’yemîn salvegera windakirina Îbrahîm Kartay de em careke din daxwaz dikin û dibêjin; bila meqamên darazê, ji bo pêşîlêgirtina darizandin û lêpirîsîna failan dawî li hukmên demboriyê bînin. Em dixwazin lêpirîsnek aktîf ji bo dosyaya Îbrahîm Kartay bigihîje encamê û hemû berpirsên vî sûcê werin tesbîtkirin were destpêkirin. Em dixwazin ji bo Îbrahîm Kartay û hemû windayên me edalet pêk were.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştînê bi dawî bû.