Çiyagerên ku 'Azadî' nivîsandin hatin girtin

Hejmarek zêde çiyagerên ku li ser pişta bajarê Şîrazê yê Îranê nivîsa ‘azadî-azadî’ nivîsin, hatin binçavkirin û girtin. Çalakvana li dijî hîcabeya mecbûrî û xwendevan Melîka Gharagozlou, bi kefelat hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ku piştî Jîna Emînî di 16’ê Îlonê de li Îranê bi îşkenceyê hat qetilkirinê bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ dest pê kir, berdewam dike.

Hate hînbûn ku komek çiyageran ku li milê çiyayên bajarê Şîrazê yê Îranê peyva “azadî” nivîsandin, hatin binçavkirin û girtin. Heya niha agahiyek zelal nehat bidest xistin ku çend kes hatine girtin. Li gorî agahiyên gihişt destê me jî Dena Shîbanî (perwerdekara snowboerd û şêwekarê grafîkê), Hussam Mousawî (perwerdekarê hilkişînê), Amir Arslan Mahdawî (perwerdekarê snowboard), Eshraq Najafabadî (perwerdekarê bisîkletê) û Mihemed Khiveh (çiyager û meşvana çiya jî di nava kesên hatin binçavkirin û girtin de cih digre.

Aktîvîst û xwendevan Melîka Gharagozlou bi kefalet hat berdan

Melîka Gharagozlou ya ku li Zanîngeha Allameh Tabatabai xwendekara beşa rojnamegeriyê ye û li dijî hicabê mecbûrî fealiyet dimeşîne, pêvajoya girtina xwe li nexweşxaneya derûnî berdewam dikir. Hat hînbûn ku Melîka Gharagozlou ji vir bi kefalet hatiye berdan. Tê qomarkirin ku Melîka Gharagozlou li Nexweşxaneya Amîn Abad Ruh û Nexweşiyên Rîşe (sinir) ya li Tahranê, bi talaqkirina înfaza xwe û demkî bi kefelate hat berdan.

Melîka Gharagozlou piştî ku vîdyoya dijî hicabê mecbûrî weşandi hat binçavkirin û girtin û ji Girtîgeha Êvînê sewqî Nexweşxaneya Amîn Abad Ruh û Nexweşiyên Rîşe hat kirin. Melîka Gharagozlou di dîroka 5'ê Kanûnê de li dijî tundiya mêran a li vir rastî hat greva birçîbûnê pêkanî. Li nexweşxaneyê ji aliyê hejmarek zêde mêran ve rastî êrişê hat.

Parêzer Muhammed Elî Kamfirûzî bal kişand ser rapora herî kêm 7 derûnînas û psîkiyatrî ya der barê Melîka Gharagozlo de, wiha got: “Îfadeyên ku Melîka nikare li ber ceza li ber xwe bide dan. Ji ber vê em dixwazin bidin diyarkirin ku berdewamiya girtina muwekîla min li Nexweşxaneya Amîn Abad Ruh û Nexweşiyên Rîşe mînakek eşkere ya îşkence û binpêkirina mafên bingehîn ên welatiyan e. Ger tiştek were serê Melîka, berpirsyar daraz û emniyet e.”