Çirû Şiwanî: Li dijî êrişan yekîtî pêwist e
Endama Komîteya Ji Bo Ocalan Azadî Çirû Şiwanî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd nirxand û destnîşan kir ku armanca van êrişan hedefgirtina vîn û destfektiya gelê Kurd e. Çirû Şiwanî li dijî êrişan banga yêkitiya neteweyî kir.
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî – Digel êrişên rojane yê dewleta Tirk ku li ser Başûrê Kurdistanê pêk tîne 7’ê Nîsanê de bi balafirên bi çek û bê mirov êrişî balafirgeha navdewletî ya bajarê Silêmanî kir.
Endama Komîteya ji bo Ocalan Azadî Çirû Şiwanî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd nirxand û destnîşan kir ku armanca van êrişan hedefgirtina vîn û destfektiya gelê Kurd e. Çirû Şiwanî bal kişand pêwistiya yekîtiya netewî ya gelê Kurd, got ku li hemberî êrişan yekane riya serkeftinê yekîtî ye û banga yekîtiyê kir.
‘Dewleta Tirk ji yekîtiya netewî ya Kurd ditirse’
Endama Komîteya ji bo Ocalan Azadî Çirû Şiwanî diyar kir ku dewleta Tirk beriya êrîş bibe ser balafirgeha navdewletî ya bajarê Silêmanî geştên xwe rawestand û zext li dewletên din kir û êrîş kir û got: “Ev jî diyar dike ku di vê demê de helwestek neteweyî hebû. Ew jî kombûna Mazlum Ebdî li gel YNK’ê ji bo rûbirûbuna çeteyên DAIŞ’ê ye. Di demeke ku DAIŞ ji aliyê dewletan ve li dijî gelê Kurd hatiye avakirin, her helwestek neteweyî ji bo dewleta Tirk metirsiyek mezin e. Ji ber hêz di yekbûnê de ye, dema ku nêzî hilbijartinê dibin û fam dikin ku dê têk biçin, ji ber wê êrîş dikin. Her wiha doza neftê û radestkirina Iraqê lêdanek din bû ji bo aboriya Tirkiyeyê. Dewleta Tirk tu caran yekitiya Kurdan qebûl nake.”
‘Kurd xwedî hêz in’
Çirû Şiwanî destnîşan kir ku divê aliyên li herêmê kom bibin û hev bigrin û wiha got: “Em nêzî sedsaliya peymana Lozanê dibin. Dema ku ev peyman hat amadekirin rewşa Kurdan lawaz bû. Niha Kurd xwedî proje û hêz in û heta niha tu caran li hemberî dagirkeran serî netewandine û her dem ji bo azadî û bihevrebûnê xebitîne. Ji ber wê armanca êrîşên dewleta Tirk derbaskirina sînorên herêma Kurdistan û Iraqê ye. Cihê kêfxweşiyê bû beşek zêde ya aliyên siyasî ev êrîş şermezar kirin, ji derveyî PDK’ê ku rê ji bo êrîşan vedike. Ji ber alîkariya Tirkiyeyê dike û pişta xwe daye gelê Kurd. Kurd dizanin di kîjan demê de bersiva êrîşên dijmin bidin, her wekî çawa em hemû bi yek dengî daketin qadan. Her weke çawa di referandûmê de ji sê yekê Kurdistanê ji dest da, ger siyaseta aliyan bi vî awayî berdewam bike, herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye.”
‘Cîhan li hemberî êrişan bêdeng e’
Çirû Şiwanî destîşan kir ku dewleta Tirk ne cara yekem e êrîşê Kurdistanê dike û wiha domand: “Li ber çavên hemû cîhanê bi çekên qedexekirî êrîşê şoreşgeran dike û Neteweyên Yekbûyî û cîhan li hemberî van êrîşan bêdeng in, ev jî peyamên ji bo gelê Kurd da ku bibin yek dide ku Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê azad û serbixwe bin. Divê yek deng û yek helwest bin.”
‘Dijmin ji şoreşa jinan ditirse’
Çirû Şiwanî bi bîr xist ku weke gelê Kurd ê azadîxwaz her dem daxwaza mafên xwe dikin û dijmin jî vê yekê qebûl nake û wiha got: “Desthilatdariya dewleta Tirk tu caran qebûl nake ku Kurdistan heye û her dem ji yekitiya neteweya Kurd û şoreşa jinan ditirse. Weke şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ serî hilda. Her dem şoreş bi destên jinan digihîje encamê û ev jî tirsê ji bo dijmin çêdike, ji ber dizanin wê şoreş bi ser bikeve. Jin bi îradeyek bi hêz divê xebatên xwe berdewam bikin. Wek Rêber Ocalan dibêje; ‘Şoreşa Başûr, şoreşa jinan e.’ Bi taybetî niha şoreşa Rojhilat bandorek li ser tevahî cîhanê çêkir û ev dirûşm metirsiyek mezin li ser dijmin ava kiriye. Ji ber wê dema ku jinek li Başûr pêşengiyê dike dest bi xebatê dike, dijimin jinên pêşeng dikin hedef û şehîd dixin, gelê azadîxwaz li hemberî van hemû êrîş û gefan xebatên xwe berdewam dike.”