Çîrokên ji pêşengên şoreşê: Serî netewand

Necah Gulo yek ji dayikên herî welatparêz ên ku di serdema Rejîma Baasê de li dijî zexta dewletê ji bo avakirina rêxistineke xurt a jinan û doza gelê Kurd têkoşiya ye.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Li dijî dewletê serhildan ne tiştekî ji rêzê ye. Yek ji jinên Kurd ku di serdema Rejîma Baasê de li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşiya û xebateke berfireh kir Necah Gulo ye. Necah jinan birêxistin dikir, meşê bi komeke hevalên xwe re organîze dikir, li dijî dewletê serî hilda û ruxmî hemû zor û zehmetiyan û zexta dewletê serî netewand.

Necan Gulo ya li ser zextên rejîma Suriyê ya beriya Şoreşa Jinê ya li Rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tirmeha 2012’an de hat lidarxistin qal kir, got “Heya ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, bêguman ne jin, ne jî welat azad dibin” û anî ziman ku têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erk û berpirsiyariya hemu jinan e.    

Naskirina wê ya têkoşînê

Necah Gulo naskirina xwe ya tevgera azadiya Kurd wiha vegot: "Piştî ku tevgera azadiyê hat damezirandin me pejirand û bi wê tevgera azadiyê re me wekî Kurd û bi taybetî jin xwe nas kir. Me nû fam kir ku em jî wekî jin xwedî maf in, dikarin di civakê de xwe îfade bikin û çalak bin. Bi nêzîkatiyên ku partiyên li hemberî me didan raberkirin me dest bi têkoşîneke nû li ser bingeheke nû da destpêkirin. Me fam kir ku jin jî dikarin siyasetê bimeşînin, her tişt ne yê mêr e. Dema ku heval dihatin mala me, me çayê li ber derî dida wan lê belê wan hevalan gotin hûn jî dikarin li gel me rûnin. Armanc jê guhertina hişmendiya bi hezaran salan bû. Tiştên ku bûn sedem em ji tevgera azadiyê hez bikin û pê ve werin girêdan rabûn û rûniştin, tevger, çand û exlaqê ku li ser hatibûn perwerdekirin bû. Tevlibûna destpêkê ji tevgera azadiyê re ji malbata me çêbû hevjînê min bû ku niha yek ji cangoriyan e."

‘Me serî netewand’

Necah Gulo got ku ji bêmafiya hînbûna zimanê Kurdî zêdetir ji ber ku nasnameya wan Kurd e rastî zextên rejîma Baasê dihatin û wiha domand: "Rejîma Baasê di wan salan de wekî niha di nav pêkhateyan de sîxuran ava dikir. Bi riya wan agahiyên îstîxbaratê kom dikirin, Kurd dikirin hedef. 24 saetan em di bin şopandinê de bûn, me çi çalakî li dar dixist ew li derdora me bûn. Lê belê em jî dizanibûn em ê tevgera xwe çawa veşartî û bi bandor bikin. Armanca wan tenê ew bû ku em wekî gelê Kurd dest ji doza xwe berdin. Ruxmî zehmetiyan, êrîş û serdegirtina malan û lêpirsînan jî me siyaseta serîtewandinê nepejirand. Ji bo ku zextê li me bikin, zarokên me digirtin û di girtîgehan de bi mehan dihiştin. Di girtîgehên dewletê de jî xwestin ji zarokên me îxanetkaran ava bikin û wan li dijî me bi kar bînin."

Rejîm siyaseta qirkirinê meşand

Necah Gulo ya da xuyakirin ku rejîmê li dijî wan siyaseta qitkirinê meşand û birçîbûyînê ferz kir, wiha domand: "Tenê ji bo ku em dest ji kurdewariya xwe berdin, ji bo doza xwe dest ji têkoşînê berdin bi gelek awayan zext li me dikirin. Rejîma Baasê xizmekî me girt û saleke sax hewl da wî bikşînin aliyê xwe. Yên rejîmê digotin; “Ger hûn ji doz û têkoşîna xwe dakevin em ê bihêlin hûn wekî malbatê xweştir bijîn, em ê wesayîd û malan jî bidin we, yan jî em ê we ji birçîna bikujin. Ji ber me şertê wan qebûl nekir, salekê traktora me ya ku bi wê tenê me debara xwe dikir dan sekinandin. Di wê salê de me berê xwe da gundan, pembo û nîsk girtin û me dest bi çandina baxçeyan û xwedîkirina pez kir. Bi şîr û mast me dabara jiyana xwe dikir."

'Çalakiyan organîze dikir û pêşengiyê dikir'

Necah Gulo ji bo çalakiyên xweser û giştî tevî komeke hevalên xwe hatibû erkdarkirin û çalakiyên xweser û giştî organîze dikir wiha behsa vê mijarê kir: "Jinên ku pêşengiya meş û çalakiyan dikirin, leşkerên rejîmê wan dorpêç dikirin û dûre wan digirtin. Dema jinan digirtin jî dixwestin wan wekî sîxurên xwe bidin şuxulandin. Şertê wan ev bû ku dayikên herî çalak û welatparêz dema digirtin ji wan re digotin; ‘ger tu navê 10 kesan bidî me, em ê te berdin. Bi vî awayî dixwestin tevger û hevgirtina me têk bibin.’ Lê belê tu dayikê ev nedipejirand ji ber dizanibûn rejîmeke çawa ye. Çalakiyên me jî hinek tenê jin bûn û me dirûşma "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Berxwedan Jiyan e" berz dikir. Vê yekê dibû sedem ku li zora wan biçe. Rêxistin û pêşengiya çalakiyan ji me dihat xwestin û bi rastî coşa wê demê cihê serbilindî û rûmetê bû."

'Ji bo zextê bikin 3 zarokên min digirtin’

Necah Gulo bilêv kir ku barê welatparêziyê giran e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Me sozek daye serokê xwe, em ê şopdarên vê dozê bin. Em ê şoreşa xwe bigihîjînin asta herî jor. Rejîm pir zilimkar bû, dayik û bavên cangoriyan di tiwalêtan de bi saetan dihiştin, ev jî şêweyê îşkenceyê bû. Heta dostên me jî ji min re digotin; ‘êdî bes e, li mala xwe bisekine û xwe ji ber çavên rejîmê veşêre da ku zarokên te êdî bes werin girtin û îşkence li wan were kirin.’ Ji bo ku rejîm zextê li min bike, her dem 3 zarokên min digirtin û bi mehan di zindanê de dihiştin. Dibêjin berxwedan jiyan e, ev jî wisa ye bila di zindanê de zarokên min ji bo jiyana azad û bi rûmet li ber xwe bidin. Dema ku rejîmê zextê li me dikir, me hîs dikir ku xebata em dikin bi bandor e."

‘Tu hêz nikare me ji koka me veqetîne'

Necah Gulo got ku parçebûna Sûriyeyê napejirînin û wiha domand: "Rojek bi tenê jî ewqas sal em têdikoşin û li ber xwe didin, armanca me ne parçebûn yekbûna Sûriyeyê ye. Em dixwazin wekî Kurd bi zimanê xwe bijîn. Çandeke me ya wiha nîn e ku axa em li ser dijîn, parçe bikin û êrîşî kesan bikin. Bi şêweyê ku rejîma Baasê êrîş dianîn ser mala me, dişibiya Îsraîl çawa êrîşî Filistînê dikir. Ez çiqas behsa zexta rejîmê bikim dîsa hindik e û ev jî ne dilopek e ji deryayê ye. Ez vê tenê dizanim, tu hêz nikare me ji koka me veqetîne."

'Azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan erk û berpirsiyariya jinan e'

Necah Gulo bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Jinan di sîstema hevserokatiyê de rol lîst, ji şoreşê re pêşengî kir û bûn xwedî artêşeke naskirî di cîhanê de. Di hundirê Sûriyeyê de welatekî azad û demokratîk ê biçûk hatiye avakirin ew jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev nimûne dikare li tevahî Sûriyeyê belav bibe û em bê nijadperestî û bi pirzimanî û pirçandiya xwe bi hev re bijîn. Dema ku YPJ/YPG'ê bi çeteyan re şer dikir, dayikan jî parastina taxan kir. Êdî pergala parastina cewherî jî bi saya dayikan bi pêş ket. Heya ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, bêguman ne jin, ne jî welat azad dibin. Bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî" wê têkoşîna me bi ser bikeve. Azadiya fizîkî ya rêberê me erk û berpirsyariya jinan e divê jin hemû hêza xwe bixin xizmeta vê armancê û hêza xwe mezin bikin."