Çîmen Mehemed bû rêvebera Tora Parastina Civaka Helepçe
Çîmen Mehemed Hesên weke rêvebere tora parastina civaka Helepçe dest bi kar kir.
Silêmanî - Çîmen Mehemed Hesên ku bi xwe li herêma Helepçe ji dayik bûye û xwedî belegeya zanîngehê ye û rêvebera Çavdêriya Civaka Helepçe bû, 27’ê Hezîranê weke Rêvebera Tora Parastina Civaka Helepçe bi wekalet dest bi kar kir. Ji ber karê wê rêvebirinek taybete ku rêvebera xwedî pêdawistiyên taybetiye û nêzî 4 hezar endamên wê hene.
Çîmen Mehemed di derbarê karê xwe yê rêveberiyê de got: “Di vê Rêveberiya Tora Parastina Civakê de ji bo xizmetkirina xwedî pêdawistiyên taybet kar dikim. Ya herî giring ewe ku çawa xizmetek hîn baştir û bi sudtir di rêveberiya xwe de raber bikim.”