Çîgdem Dogû: Em pêvajoyê weke meseleya bidestxistina çand û demokratîkbûnê dibînin

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogu, bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewl dide bi pêvajoyê diyardeyek nû ya bi têgeha “Em” biafirîne û diyar kir ku ew pêvajoyê weke mijara demokratîkbûn û çandê dibînin.

Navenda Nûçeyan- Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû tevlî bernameya taybet a televîzyona Medya Haber TV bû, pêvajoya ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, nirxand. Çîgdem Dogû îfade kir ku ew pêvajoyê weke meseleya bidestxistina çand û demokratîkbûnê dibînin, li Tirkiyeyê gelekî ziyan li vê têgehê bûye û got: “Li ser bingeha civaka demokratîk divê em êdî diyardeyeke 'Em' biafirînin. Hewldanên Rêber Apo ji bo vê yekê ne.”

‘Îqnaya vekişîna gerîla gelek zor bû’

Çîgdem Dogû anî ziman, ku komên vekişiyan hem ji zor û zehmetiyên mezin, hem jî ji pêvajoyeke îqnakirinê derbas bûn û got: “Ev heval ew hêza gerîla ye ku bi salan li çeperên xwe yên li Bakurê Kurdistanê man û têkoşiyan. Hêzeke gerîla ye ku xwedî motivasyon e. Îqnakirina van hevalan ji bo vekişînê bêguman gelekî zehmet bû. Ya ku ew îqna kir bêguman pêvajoya ku Rêber Apo dimeşîne bû. Bila her kes baş bi vê b,zanibe.” Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka dîrokî ya Kurd pêwistî bi perspektîfeke kûr heye û diyar kir ku pêvajo ne pêvajoyeke dan û standinê ye, ne meseleyeke bazariyê ye meseleyeke aştiyeke rastîn e, meseleyeke demokratîkbûnê ya rasteqîn e.

‘Di bigeha civaka demokratîk de divê em diyardeya ‘Em’ biafirînin’

Çîgdem Dogû ragihand ku Rêber Apo bi vê pêvajoyê re hewl dide têgeh û hebûneke nû ya 'Em' biafirîne û anî ziman ku di serî de gelê Kurd hemû gel bi parastina cihêrengî, hişmendî û formên xwe, xwedî stratejiyeke hevparebûna ‘em’ in. Çîgdem Dogû diyar kir ku ew pêvajoyê weke meseleya bidestxistina çand û demokratîkbûnê dibînin, li Tirkiyeyê gelekî ziyan li vê têgehê bûye û got: “Li ser bingeha civaka demokratîk divê em êdî diyardeyeke 'Em' biafirînin. Hewldanên Rêber Apo ji bo vê yekê ne.” Çîgdem Dogû bi berdewamî anî ziman ku Rêber Apo li gel hemû bûyerên neyînî û gavên nehatine avêtin ji bo serxistina pêvajoyê dixebite û got: “Çima (komîsyon) naçe ba Rêber Apo û pê re nîqaşê nake lê guhdarî nake?”

Çîgdem Dogû got ku ji bo wan mijareke stratejîk e ku Komîsyona Meclîsê li Rêber Apo guhdarî bike û destnîşan kir ku li gel vê yekê divê qanûnên entegrasyona demokratîk bên derxistin, pêvajoyeke destûra bingehîn a demokratîk bê destpêkirin û dawiya dawî jî nêzîkatiyeke hiqûqî ya temamî ji pirsgirêka Kurd re bê nîşandan.

Rastiya kujerê kastîk

Çîgdem Dogû bal kişand ser 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hemberî Jinn a Cîhanê û ragihand ku çavkaniya tundiya li hemberî jinan rastiya mêrê serwer e û got: “Rastiyeke kujerê kastîk heye ku ji roja destpê kiriye ve heta niha tundiya xwe tu carî kêm nekiriye, zêde kiriye. Bi wesîleya 25'ê Mijdarê divê em îsal bêhtir giraniya xwe bidin ser vê mijarê. Yanî divê em li ser guherîn û veguherîna mêr binirxînin.”

Çîgdem Dogû zanekirina jinan, birêxistinkirina wan û afirandina hêza wan a xweparastinê weke mijarên gelekî girîng nirxand û diyar kir ku jin bi nirxandina tundiya mêr, bi meşandina têkoşîna li hemberî wê dikarin dawî li vê tundiyê bînin.

Çalakiyên ji bo Rojîn Kabaîş hatin kirin

Çîgdem Dogû bal kişand ser çalakiyên li Bakurê Kurdistanê ji bo Rojîn Kabaîş hatin kirin û got: “Weke tevgera jinan me ev yek gelekî girîng dît, gelekî erênî dît. Di vir de îsrarek heye. Yanî pirsgirêkek heye û biryardariyek jî heye ku bi ser vê pirsgirêkê ve biçe. Eger îsrar hebe, tu yê encamê bi dest bixî.”

Çîgdem Dogû bi gotinên; “Bi wesîleya 25'ê Mijdarê em careke din fêhm dikin ku em çiqas bi rêxistin û zana têbikoşin, em çiqas îsrar bikin wê tundiya mêr jî ewqas kêm û bi dawî bibe" destnîşan kir ku gelekî girîng e, rêbazeke têkoşînê ya bi îsrar bê afirandin ku dema êrîşên bi vî rengî bûn bide pey û li hemberî wan têbikoşe.

‘Divê jin xwe bi rengekî welê bi rêxistin bikin ku mêr nikaribe nêz bibe newêribe êrîş bike’

Çîgdem Dogû îşaret bi xweparastinê kir û got: “Divê jin xwe bi rengekî welê bi rêxistin bikin ku ev kujerê kastîk, rastiya mêrê serwer wê newêribe careke din êrîş bike. Wê nikaribe xwe nêzî wê bike, nikaribe zimandirêjiyê bike, nikaribe bi kêrê êrîşê wê bike, nikaribe êrîş bike. Bi çekê nikaribe êrîşî wê bike, nikaribe dest biavêje wê. Nikaribe nizanim ji qata çendan a avahiyekê biavêje xwarê. Pêwistî bi zirxekî welê yê rêxistinî heye.”

‘Divê jin li ser bingeha komunê xwe bi rêxistin bikin’

Çîgdem Dogû diyar kir ku divê jin li ser bingeha komunê xwe bi rêxistin bikin, parastina xwe xurt bikin, li hemberî pirsgirêka mêr polîtîkayên çareseriyê hilberîne û got: “Divê em jin ji mêran re, ji serweriya mêr re bibêjin, 'Ez van pîvanên te, vê nêzîkatiya te, van gotinên te, vî dengê te yê bilind, vî şêweyê meşa te, êrişa te qebûl nakim. Pîvanên min ev in. Eger tu li gorî van pîvanan bî weke jin, weke mirovek ez dikarim te qebûl bikim. Lê ez vî şêweyî tu carî qebûl nakim.' Eger em bala xwe bidin ser, di vir de têkoşîneke îdeolojîk heye. Têkoşîneke felsefî heye. Bêguman ev yek bi rengekî xwezayî vediguhere xweparastinê, xweparastineke jiyanî.”

27’ê Mijdarê

Çîgdem Dogû bal kişand ser mijara salvegera damezrandina PKK'ê ku wê di 27'ê Mijdarê de bê pîrozkirin û diyar kir ku 27'ê Mijdarê roja vejîna neteweyî ye. Çîgdem Dogû got: “PKK'ê exlaqek afirand, çandek afirand, felsefe afirand, nirxên bi wate afirand, şehîdên mezin afirand. Ji hevalê Fûat, hevalê Riza ku endamên damezrîner ên vê partiyê bûn, ji şehîdên me yên mezin; nirxên wan ên mezin. Li gel vê yekê bêguman di dîroka PKK'ê de şerekî bêeman qewimî, bi hezaran, bi deh hezaran şehîdên me weke nirxekî mezin hatin afirandin. Vaye hevala Delal, fermandara me ya mezin, Fermandara HPG YJA Starê ked da van salên şer, nirx da û berdêleke mezin da. Di şexsê hevalên Fûat, Riza û Delal de şehîdên PKK'ê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.”

Banga tevlîbûna çalakiya 8'ê Mijdarê 

Çîgdem Dogû têkildarî çalakiya ku 8'ê Mijdarê li Kolnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo mafê hêviyê bê lidarxistin bang kir û got: “Ji bo ev çalakî encamek bi xwe re bîne û asteke bi bandor biafirîne, ji 7 heta 70 salî bang li her kesê dikim ku tevlî bibin.”

Çîgdem Dogû got: “Azadiya fîzîkî ya Rêberê me gelekî girîng e. Rêber Apo çiqas bi rengekî azad biaxive, çiqas karibe dengê xwe bigihîne raya giştî ya Tirkiyeyê û gelên cîhanê, em ji dil bawer dikin ku wê atmosfer bi temamî biguhere. Hêza bandorê ya Rêber Apo mezin e, hêza wî ya fikrî mezin e. Di vê mijarê de azadî û mafê hêviyê çiqas zû pêk were wê aştî jî ewqasî zû pêk were.”