Çîgdem Kiliçgun Uçar ji Riha bang kir: Mazbata gel daye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bertek nîşanî biryara jinûvelidarxistina hilbijartinên Curnê Reş û Xelfetiyê da û got: “Em li Wanê bi ser ketin û emê li Xelfetî, Curnê Reş, Şirnex, Bedlîs û Qersê jî bi ser kevin. Gel mazbata daye.”

Navenda Nûçeyan- Rêxistina bajara ya Riha ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) derbarê biryara dûbarekirina hilbijartina li Curnê Reş û Xelfetî bi daxuyaniya çapemeniyê bertek nîşan da.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Sînan Çîftyurek, Vezîr Parlak, hevşaredarên Curne Reş û Xelfetî ên hatin hilbijartin, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Rihayê û gelek kes tevlî bûn.

‘Gelê Kurd bersîva pêwîst da’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar têkildarî biryara jinûvelidarxistina hillbijartinan axivî û diyarkir ku di hilbijartinê de gel bi ser ketin û wiha got: “Divê deshilat dev ji êrişên li dijî destkeftiyên gelê kurd berde. Erdogan digot dê rêzê ji bo îradeya gel bigire lê wisa nekir. Xwestin bi rêya hilbijêrên sexte hilbijartinê bidizin. Lê gelê kurd bersiva pêwîst da van komployan. Ji bilî qebûlkirina bersiva gel, tu rêyên din nînin.”

Wê li Curnê Reş û Xelfetî dabikevin qadan

Çgdem Kiliçgun Uçar bal kişand encamên li Şirnex, Bedlîs û Qersê rewa nînin û wiha got: “Dibêjin qey bi rêya hilbijêrên veguhestî bi ser ketine. Lê ne wisa ye. Tenê îtîrazên AKP’ê tên qebûlkirin. Gelan li Curnê Reş û Xelfetiyê bersiv da tecrîda dixwazin kûrtir bikin. Encamên sindoqan ne tenê ji bo îktîdarê, ji bo hemû rêxistinên demokratîk ên girseyî û muxalefetê jî bersiveke. Hemû kesî tiştên li Wanê qewimîn dît. Gel li dijî neheqiyê derket. Tevahiya mekanîzmayên dewletê li kolanên Wanê li dijî îradeya gel têk çûn. Em ê heman tiştî li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bikin.”

‘AKP winda kir’

Çîgdem Kiliçgun Uçar, bi bîr xist ku pusulayên dengan ên li Curnê Reş ji aliyê biraziyê namzetê AKP’ê Alî Aslan Bayik ê bi navê Mûstafa Bayik ve hatine şewitandin. Wiha dom kir: “Dîmenên van hene. Em bi ferqekî weke 906 dengan bi ser ketin. Lê li ser îtîraza AKP’ê biryar hat dayîn ku hilbijartin jinûve were lidarxistin. Hîleyên li Xelfetiyê hêj ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kirin. Dadgerê hilbijartinê ev tespît kir lê biryara nûkirinê hate dayîn. Xelk xwedî li vîna xwe derket lê ferman ji cihên cuda hatin. AKP têk çû. Lê AKP’ê ji xwe re ders negirtine û di nava hewldanên xespkirinê de ye. AKP’ê winda kir û ji vir û şûnde îxtîmala qezenckirina wan nema ye. Gelê me nîşan da bê ka îktîdareke zilmê dike çawa li ser sindoqê dikare were têkbirin. Ji bo vê spasiya gel dikim.

‘Mazbata gelê me daye’

Çîgdem Kiliçgun Uçar îfade kir ku Mazbataya hevşaredarên me gelê me daye û got: “Mazbataya AKP bide, mazbataya diziyê ye. BAnga me ji bo tevahiya muxalefeta Curnê Reş û Xelfetiyê ev e; em li Wanê bi ser ketin û dê li Xelfetî, Curnê Reş, Şirnex, Bedlîs û Qersê jî bi ser kevin. Ev der bajarên kurdan e. Em banga piştevaniyê li rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî îradeya gelê kurd’ û ‘Em ê bi berxwedan bi  ser kevin’ bi dawî bû.