Çîgdem Dogû: Rastiya PKK’ê wek romanek bêdawî ye

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû got: “Fesihkirina PKK’ê ji têkçûn û têkbirinê wêdetir, rastiya wê di asteke pir cûda de derketiye holê. Bêguman em van nirxên xwe fesih nakin."

Navenda Nûçeyan- Kongreya 12'emîn a PKK'ê di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastina Medyayê pêk hat. Di kongreyê de gelek delege amade bûn û di axaftinên derbarê mijarên dîrokî, çandî, civakî û siyasî de nirxandinên girîng kirin.

Ajansa ANF’ê cih da axaftina delegeya Kongreyê, Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû. Çîgdem Dogû bi gotina ‘Em nirxên xwe fesih nakin’ dest bi axaftina xwe kir û got: “Em kongreya fesihkirina PKK’ê li dar dixin. Lê PKK bi şehîdên mezin re nirxên mezin afirand.

Bi rastî, ehlaqek mezin afirand. Çandeke pir mezin afirand. Felsefeya jiyana azad afirand. Dema ku em PKK’ê fesih dikin, bêguman em van nirxan fesih nakin. Bi rastî, ev nirxên me bingeha pêvajoya ku em ê di serdema pêş de xwe nû bikin û ji nû ve ava bikin, pêk tînin. Ji ber vê yekê, ez dixwazim bêjim ku ev nirxên mezin û şehîdên me yên leheng wê her tim bijîn. Dixwazim destnîşan bikim ku nîqaşên me yên kongreyê û biryardariya ku derket holê jî wê îfadeya vê yekê be.”

‘Em li vir têk neçûn’

Çîgdem Dogû bal kişand ser îfadeya di banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan de ku gotibû: “Divê hûn mîna her cemiyetên hemdem ên ku bi zorê nehatine tinekirin û nehatine çewisandin xwe fesih bikin” û wiha got: “Dema ku em PKK’ê fesih dikin, bêguman em nikarin nîqaşan li ser vê yekê deynin. Dijmin pir caran weke ku şerê taybet dimeşîne û dinirxîne, dibêje vaye têk çûn, tesfîye bûn, em ê wan tesfiye bikin û hwd. Em hemû rojane van tiştan dişopînin. Dijmin bi israr hewl dide bîne asta têkçûn û têkbirinê. Lê em dizanin ku bi rastî fesihkirina PKK’ê ji têkçûn û têkbirinê wêdetir, rastiya wê di asteke pir cûda de derketiye holê. Em di vir de têk neçûne. PKK ji ber ku di dawiya temenê xwe yê 52 salan de ye xwe fesih nake.”

‘Lidarxistina bi vîna xwe girîng e’

Çîgdem Dogû da zanîn ku ev kongre ji her alî ve kongreyek dîrokî ye û wiha dom kir:

“Ez dixwazim bi taybetî li ser vê yekê rawestim. Bi rastî jî, ev kongre ji her alî ve kongreyeke dîrokî ye. Ne tenê di aliyê dîroka Kurdistanê de, dema ku em di aliyê Rojhilata Navîn de lê dinhêrin, wek ku Rêbertî bi îradeya xwe got, weke her cemiyetên hemdem bi îradeya xwe ketiye nava pêvajoyek guhertin û veguherînê û bi qasî ez dizanim rêxistina tekane ye. Dibe ku di nav hezar salan de cara yekem e ku rastiyek wisa li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Rêbertî di perspektîfên xwe yên dawî de vê yekê destnîşan dike. Di nirxandinên berê de jî hebû. Bi rastî, ji ber ku Rojhilata Navîn û Kurdistan her tim di herikîna dîrokê de xwe neguherandine û veneguherandine û xwe ji nû ve ava nekirine her tim li paş mane. Her tim winda dikin. Ji ber vê yekê, wekî tevgerek ku di nava Rojhilata Navîn de li Kurdistanê mezin bûye û bipêş ketiye, ne bi zordariya hin kesan, dijminan û hêzên derve, bi temamî bi îradeya xwe û  bi talîmatên Rêber Apo me kongreya xwe pêk anî. Di vê wateyê de pir hêja û watedar e. Û ez bawer dikim ku encam wê pir herêmî bin. Ev pêvajo ne tenê di aliyê Kurdistanê de, di aliyê tevahiya Rojhilata Navîn de wê Rojhilata Navîn xwe ji nû ve ava bike. PKK bi fesihkirina xwe pêşengiya vê yekê dike. Bi rastî jî rewşek e ku divê wekî serkeftinek mezin a Rêber Apo were dîtin.

‘Ji niha şûnde emê çawa bi domînin?

Bêguman, rastiya PKK’ê mîna romaneke bêdawî ye. Di vê romanê de gelek tişt hene ku pêdivî bi nirxandin, lêkolîn û têgihîştina wê hene, em ê vê yekê paşê bi berfirehî binirxînin. Lê dema ku em PKK’ê fesih dikin, watedarkirina wê pir girîng e. Em ê çi fesih bikin? Ji niha û pê ve em ê çawa bidomînin? Yanî ez dikarim di pêvajoya pêşketina xwe ya kesayetî de bêjim. Ez bi hemû hevrêyên xwe re bi salan di heman rêxistinê de jiyam û xebitîm û me hevdu nas kir. Bêguman, ez dikarim vê yekê di aliyê gelek hevalên xwe de bêjim. 

PKK bi rastî jî ji bo me hemûyan bûye mîna dayîkek. Çawa mîna dayîkek biaxive, çawa bimeşe, çawa bi mirovan re têkilî deyne, çawa xwe birêxistin bike, çawa xwe biparêze, çawa şer bike, divê tevgera te çawa be, evîn çawa be, rêzdarî çawa be, dostanî çawa be, hevaltî çawa be... vana fêrî me kir. Dibe ku em heta niha nirxên ehlaqî yên bingehîn ji dayîka xwe, bavê xwe û malbata xwe fêr nebûne, di nav PKK’ê de fêr bûne. PKK’ê van tiştan fêrî me kir. PKK’ê van tiştan ne tenê ji milîtanên xwe re,  ji gelê me û gelan re jî vegot. Ya herî girîng ji jinan re vegot. Divê jinek xwe çawa bide jiyîn, divê jinek hêza xwe ya bêhempa çawa nas bike, divê jinek xwe çawa îfade bike, dema ku em li ser rastiya Kurdistanê û rastiya Rojhilata Navîn van tiştan difikirin, bi rastî jî tiştên mûcîzeyî ne. Em hinekî hîn bûne. Em di nav vê rêxistinê de dijîn. Dibe ku hin tişt veguherîne adeteke çandî. Lê bi rastî jî mûcîzeyî ye. Mesela şehîdên me mûcîzeyî ne. Hevrêyên me yanî giyanên me û şêweyên wan bi rastî jî mûcîzeyî ne.

‘PKK’ê felsefeya azadiyê afirand

Yanê gelek ji vana mirov venabêjin. Ji ber vê yekê, girîng e ku em vê yekê pir baş fêm bikin. PKK ev ehlaq afirand. Ehlaqa azadiyê afirand. Felsefeya azadiyê afirand. Di nav me de klîka azadiyê afirand. Bi qasî ku tê bîra min, rexne û nirxandina yekem a Rêbertiyê li ser sosyalîzm û sosyalîzma berfireh kiribû di sala 1987’an de bû. 

Nirxandina jin û malbatê jî di sala 1987’an de ye. Yanî ev hemû nirxandin di serdema Kongreya 3’yemîn de bûn. Û gava em li van hemûyan dinêrin, em dibînin ku ev di rastiyê de tiştên li derveyî sosyalîzma reel e. Şêweyê destgirtina jinan, şêweyê destgirtina enternasyonalîzmê, ne tenê sosyalîzma neteweyî lê rastiya ku sosyalîzm divê xwe gerdûnî bike, nêzîkatiya wê ya ji xwezayê re, nêzîkatiya wê ya ji jinan re, ev bi rastî di sala 1987’an de bi awayekî pir berfireh hatin nirxandin û di vî alî de heke em bala xwe bidin pêşveçûna tevgera jinan, yekem tevgera me ya jinan piştî Kongreya 3’yan hat damezrandin. Yanê, bi rastî vana çirûsk, nîşaneyên pêşîn ên hem di pratîkê de hem jî di teoriyê de derbaskirina sosyalîzma reel e.

Û dema ku em hatin Kongreya 5’emîn, Rêbertiyê ev rastî di rapora siyasî ya Kongreya 5’emîn de pir bi hêztir formule kir. Bi rastî, ew rapor raporek siyasî ye ku divê ji hêla çawaniya derbaskirina sosyalîzma rastîn ve lê were nihêrtin.Tovên hemû mijarên ku wê demê Rêbertiyê danîne, li wir hene. Sosyalîzma reel ji wê demê ve tê derbaskirin. Û bi vê re tevgera jinan paşê bi hêztir pêş ket, artêşa jinan. Jinan xwe birêxistin kirin, pêvajoyên guhertinê yên ku di nav partiyê de hewce bûn werin jiyîn, Rêbertiyê vana hemû bi berfirehî girt dest û bi hewldana xwe vê yekê nîşan da. Wekî ku min got, dema min got PKK dayîka me ye, mebesta min ew e ku ev dayîka ku em mezin kirin û xwedî kirin, di rastiyê de PKK’a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin e.

Ji bo derbaskirina van hemûyan, sosyalîzma reel û di heman demê de kapîtalîzm, feodalîzm, malbatperestî, eşîretî û her cûre paşverûtiya têkiliyên jin-mêr, Rêber Apo her gav perspektîfek pir mezin danî pêşiya me. Rêber Apo berî çend salan vê yekê derbas kir. Hewl da ku em jî derbas bikin. Hemû analîz di rastiyê de wekî berhema vê hewldanê derketin holê.

‘Em şahidiya kêliyên dîrokî dikin’

Belê, em PKK’ê fesih dikin, lê nirxên ku di nav PKK’ê de hatine afirandin di rastiyê de kok in. Em vê kokê kûrtir berdin erdê. Bi ji nû ve avakirin û ketina pêvajoyeke nû, em di rastiyê de nirxên kok ên PKK'ê, bi ked, xwêdan û zehmetiyên mezin bi şehîdên me re derketiye holê, bêhtir berî binê erdê didin û gavên mezin û xurtir davêjin. Di vê wateyê de, em bi rastî jî ji demên dîrokî re şahediyê dikin.

‘Xeterî hene’

Ji bo ku pêvajoya ji niha û pê ve bi tendurist bimeşe, nirxên ku di 52 salan de hatine afirandin wê bi awayê herî xurt, herî rast, herî xweşik û herî azad hebûna xwe bidomînin û mîsogeriya domdariya vê em in. Yanê yên ku dijîn em in. Ji ber vê yekê, wekî milîtanên PKK’ê û bi taybetî jî wekî hevrêyên ku beşdarî vê kongreyê bûn, berpirsiyariya me bi rastî mezintir e.

Hîn jî pêvajo dê çawa bipêş bikeve ne diyar e. Yanê em kêliyên dîrokî dijîn. Em çawa dikarin ji wê astê wêdetir biçin? Ev pêvajo wê çawa bidome? Wê dijmin çawa êrîş bike? Ew ê şerekî taybet çawa bimeşîne? Ew ê bi awayekî fîzîkî çawa êrîş bike? Di vê mijarê de nediyariyek heye. Xetere hene. Rîsk hene. Em, yanê pêkhateya partiya me wê vê pêvajoyê çawa fam bikin û çawa bi wate bikin, xalek girîng e. 

‘Perspektîfên balkêştir kiriye hene’

Ji vî alî ve girîngiyeke dîrokî heye ku em vê pêvajoyê bi awayekî rast fam bikin û pêk bînin û em bi vê hişmendî û ruhî, bi biryardariya PKK’ê, yanê bi biryardariya PKK’ê ya li ser xeta Rêber Apo beşdarî pêvajoya li pêşiya me bibin, xetere û metirsiyên vê pêvajoyê ji holê rakin û  bi şêweyê beşdarbûnê re bala xwe bidin aliyê ku bidin qezenckirin û ev nêzîkatî pir girîng e. Û vaye perspektîfa ku ji 7 xalan pêk tê ya ji hêla Rêbertî ve hatiye pêşkêşkirin heye. Wê Rêberî vana hîn bêtir veke. Bêguman, Rêbertî cara yekem vana nenirxandin, lê hîn bêtir kûr kir û perspektîfên balkêştir kiriye hene. Şêweyê şîrovekirina dîrokê, şêweyê nihêrîna jiyanê, nihêrtina di perspektîfa jinê de, nihêrtina di perspektîfa civakê de û di perspektîfeke civaka demokratîk de, bi rastî jî tiştekî pir cuda ye."