Çîdem Kiliçgun Ûçar: Newroz berxwedan û azadî ye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, di Newroza Amedê de axivî û bal kişand ser girîngiya pîrozbahiyên Newrozê yên îsal û Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir.

Amed - Li Amedê di Newroza ku bi sed hezaran tê pîrozkirin de coş her ku diçe mezin dibe. Piştî axaftina aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica, hunermend Xezel Mistefa derket ser dikê. Stranên ji hevdu xweştir gotin. Girseya li qadê demekî dirêj li ber stranên Xezelê govend gerand. 

Di vê navberê de endamên DEM-GENÇ’ê yên Amedê bi pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” ketin qadê. Ji bo meşa ciwanan li qadê demekî dirêj çepik hatin lêxistin. Girseyê demekî dirêj bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Newroza Amedê ya bi heybet bi axaftinan û gotina stranan berdewam dike. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulistan Kiliçgun Ûçar, bang li sed hezaran kir. Bi zaravayê kirmanckî yê kurdî axivî, Newroza gelê kurd û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku Newroz wijdan, berxwedan û azadî ye.

Her wiha namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak ên bi coşeke mezin derketin ser dika Newroza Amedê, destnîşan kirin ku dê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê.

‘Bila ev Newroz bibe wesîleya aştiyê’

Serra Bûcak axivî wiha got: “Merhaba Amed, hûn strana welatê min in. Merheba Dayikên Aştiyê hûn bi xêr hatin. Merheba jin û ciwanên têkoşer. Ez Newroza we hemûyan pîroz dikim. Newroza te jî pîroz be, Kemal Kûrkût.”

Serra Bûcak,  Newroza jinên girtî jî pîroz kir, anî ziman ku li Ameda ku ev 8 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin wê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin Enqereyê û wiha got: “Bila ev Newroz bibe wesîleya yekitiya netewî ya kurdan û aştiyeke mayînde.”

‘Em azadiyê dixwazin’

Namzetê din Dogan Hatûn jî wiha got: “Merheba gelî Amediyan. Silavê bidin Serhed, Botan, Garzan û Stenbolê. Îro gelê kurd li her bajarî rabûne ser piyan û ji bo cîhanê aştiyeke mayînde çêbibe bang dikin. Bila hemû cîhan bibîhize em azadiyê dixwazin. Bila herkes vê bizane.”

Doğan Hatûn diyar kir ku ev 8 sale vîna gel tê xespkirin û wiha dom kir: “Em ê di 31’ê Adarê de ewilî xwedî li sindoqan derkevin. Em bersiveke wiha bidin dagirkeran ku êdî nikaribin careke din vîna me xesp bikin. Em ji gelê xwe bi bawer in.”