‘Çîçek dilsoza jinên Êzidî bû’

Li Şengalê ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Dêrikê Çîçek Harunî û 10 rêhevalên wê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

HÊVÎ EZDA

Şengal - Li Navçeya Tilizêr a girêdayî Şengalê ji bo bîranîna Çîçek Harûnî û 10 hevalên wê yên di êrîşên hovane yên dewleta Tirk de li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, merasîmek hate lidarxistin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Axaftin hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan hat dayîn.

‘Me ji kesayeta wê hêz digirt’

Di merasîmê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ dayê Şemê Remo axivî û bi van gotinan qala jiyan û kesayeta Çîçek Harûnî kir: “Li Kampa Newroz me hevala Çîçek nas kir em weke jinên Êzidî wê demê gelek di rewşeke nebaş de bûn me ferman derbas kiribu bi saya hevala Çiçek û kesayetên weke wê em bi hêz bûn. Kesayetek pir erênî bû her dem moral dida, zarokan re zarok bi mezinan re mezin bû. Bi şehadeta wê em gelek êşiyan. Lê em ê her dem li ser şopa van şehîdan bin.”

‘Yên bêdeng dimînin hevkarên dagirkeran in’

Şemê Remo di berdewamiya nirxandina xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi van hevokan nirxand: “Em dewleta dagirker a Tirk şermezar dikin. Tu hincetek nîn e ku êrîşê gel bike yên çavên xwe jê re digirin jî pê re hevkar in bila baş bizanin em dev jî azadiya gelan bernadin em ê her dem têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Edul Şemo jî hestên xwe yên li hember şehîd Çîçek Harûnî wiha anî ziman: “Em tevahî şehîdên Rojavayê Kurdistanê û Şengalê bi bîr tînin. Me hevala Çîçek di fermanê de nas kir dema em çûn Rojava 3 salan di kampa Newroz de wê kar da meşandin xizmeta civaka me dikir. Kesayeteke kedkar bû, tu caran nizanibû rawestan çi ye. Em bejna xwe li hember malbata hevala Çiçek û tevahî şehîdan ditewînin. Em ê xwedî li keda wan û xeyalên wan derbikevin.”