'Çi dibe bila bibe, emê dev ji mafên xwe bernedin '

Niştecihên herêma Ruweysat ya li parêzgeha Kairouan a Tunisê îro li ber Wezareta Jîngehê li paytextê xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşender tekez bi wê yekê kirin ku, çi dibe bila bibe, ewê dev ji mafên xwe bernedin û jîngeha xwe bi parêzin.

 NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tunis – Îro danê siharê xwepêşandanek ji aliyê komek ji Ruweysatê ve li ber Wezareta Jîngehê hate lidarxistin. Wekî yek ji rêzeçalakiyên ku berê li Kairouanê hatine lidarxistin, derdikeve pêş. Ji ber di herêmê de kargehekê yê çîmento bandoriyê li ser tenduristiya jîngehê dikir lewra çalakî lidar xistibûn.

Di meha Nîsanê de, xelkê herêmî li ber kargehê çalakiyek rûniştinê ya vekirî li dar xist û daxwaza mafê xwe yê jîngehek saxlem kir. Di meha Gulanê de, ew ber bi Qesra Kartaca ve meşiyan, lê meş hate rawestandin û ji wan hate xwestin ku vegerin û beşdarî danûstandinên bi rayedarên herêmî re bibin.

Îro cardin gelek dirûşmeyên curbecur qîr kirin: "Mafê jîngeheke saxlem ne slogan e," "Qirêjbûn sûc e, bêdengî hevkarî ye," "Dengê me li dijî qirêjbûnê heye, em ê bêdeng nemînin," û "Dev ji jehrîkirina Ruveysata berdin."

‘Tendurustî û malên me ji ber qirêjbûnê zirar dîtine’

Yek ji xwepêşandanan Necla Veslati ji ajansa me re axivî û got: "Îro em ji Ruweysat hatin paytext da ku giliyên xwe bigihînin biryarderan. Tendurustî û malên me ji ber qirêjbûnê zirar dîtine, cotkarên me êdî nikare hilberînê bike û darên me zer bûne."

Veslati, diyar kir ku herêmek tevahî hêdî hêdî ji ber kargehê tê wêrankirin û got: "Her kes êşê dikişîne ji ber ku berjewendiyên sermayeyê her tim li ser jiyana mirovan re tên dest girtin.” Wê li ser gotinên xwe zêde dike dibêje ku zarok ji dengê kargehê ditirsin. Banê xanî hilweşiyaye û ev hemû êş tenê ji bo berjewendiya xwediyê kargehê berdewam dike.

‘Lê çi dibe bila bibe, em ê dev ji mafên xwe bernedin’

Zehra Halîfî her wiha diyar kir ku kargeh hewayê qirêj dike, zirarê dide axê û di encamê de nexweşî hem di nav zarok û hem jî di nav mezinan de zêde dibin. Wê behs kir ku birayê wê piştî nexweşiyeke 12 salan, ji ber enfeksiyoneke pişikê ku bijîşkan wekî sedema kargehê destnîşan kirin, mir.

Wê her wiha diyar kir ku bêhna nebaş a ku bi şev û roj ji kargehê derdikeve, hewa xeniqandiye, gelek xanî di xetereya hilweşînê de ne û ji dema ku kargeh 17 sal berê hatiye damezrandin ve çandinî hema hema ne mumkin bûye. Zehra dibêje: "Ew hewl didin ku bi alîkariyên piçûk me bêdeng bikin. Lê çi dibe bila bibe, em ê dev ji mafên xwe bernedin.”

‘Darên zeytûnê êdî fêkî nadin’

Halîfî got ku rayedarên herêmî û bêbersiv mane û tekez kir ku her çend medyayê bi berdewamî pirsgirêkên wan radigihîne jî, biryarder tedbîran nagirin.

Hebîbe Halîfî got: "Ez ji Ruweysatê hatim da ku daxwaza jîngehek saxlem bikim. Erdê me êdî ji bo çandiniyê ne guncaw e û zarokên me ji gelek nexweşiyan dikişînin." Hebîbe di nava gotinên xwe de dibêje ku xwişka wê ji ber penceşêrê miriye ev nexweşî li herêmê belav dibe. Ew her wiha destnîşana wê yekê dike ku darên zeytûnê êdî fêkî nadin û ava vexwarinê ji 20 rojan zêdetir e qut bûye.

Halîfî, diyar kir ku ev cara sêyemîn e li pey hev beşdarî xwepêşandanê dibe, got ku heta daxwazên wan neyên bicihanîn ew ê bêdeng nemîne û ew ê xwepêşandanan bidomîne.

Heyat Attar, endama Foruma Tunisî ya Mafên Aborî û Civakî li Kairouan, di bersiva tohmetên xwepêşanderan de diyar kir ku civînek danûstandinê bi nûnerên Wezareta Jîngehê re hatiye lidarxistin, ku tê de daxwaz û giliyên xwepêşanderan hatine kirin. Di encama lêkolînan de hebûna qirêjî û binpêkirinan hatiye qebûlkirin.

Attar her wiha diyar kir ku çareserî hewldanek hevbeş di navbera Wezareta Jîngehê û Wezareta Pîşesaziyê de ye, ku berpirsiyarê kargehê ye, û pêdivî pê heye ku hin qanûn werin nirxandin. Wê zêde kir ku rayedaran soz dane ku serdana herêmê bikin û binpêkirinan li cihê bûyerê kontrol bikin. Di 13’ê Nîsanê de civînek bi kargehên ku dibin sedema qirêjiyê re hatiye lidarxistin, û niyeta dabînkirina materyalên dostane ji bo jîngehê hatiye diyar kirin. Ruxmê vê yekê çareserî pêknehatiye lewra cardin xwepêşandan pêşketiye.