‘Çi dibe bila bibe em ê mafên xwe biparêzin’
Zehra El Eli ya ku li Helebê dijî, diyar kir ku jin li herêmên di bin kontrola HTŞ'ê de rastî zextên giran tên. Zehra got ku mafên jinan mafên xwezayî ne û çi dibe bila bibe ew ê mafên xwe biparêzin.
XUFRAN EL HIBIS
Heleb – Jinên Helebê piştî ku bajêr ket destê koma cîhadîst a HTŞ’ê, ji jiyan û tevgerên xwe bi fikar in. Li gundewarên Heleb û Idliba Sûriyê jin di gelek zehmetiyan re derbas dibin. Bi taybetî jî di warê azadiya kesayetî û jiyana rojane de di binê zextên koma cîhadî ya HTŞ de ne. Koma cîhadî zagonên pir dijwar li wan ferz kirine. Ger ku bêyî ferdek ji malbata xwe derkevin cihên giştî yan jî beşdarî xwepêşandanên daxwaza serbestberdana kesên ji malbata xwe bibin, tên girtin.
‘Her tiştê em dikin dibe sûc’
Zehra El Elî ya 35 salî ji bo ku neyê girtin yan jî der barê wê de lêpirsîn venebe, cilên reş lixwe kir û hevpeyvîn da ajansa me. Zehra bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Hevalên min ku mînaka jinên zîrek in, tevî hemû rewşa zehmet a em tê de dijîn herdem hewl didin di xwendina xwe de biser bikevin. Rojek yek ji van hevalên min bi hevalê xwe yê zanîngehê re derket parka giştî, ji bo ku agahiyên xwendinê ji hev bigrin û xwe ji ezmûnan re amade bikin. Hevdîtineke sînorê xwendinê derbas nedikir, lê belê ji nişka ve hin komên çekdar ên li herêmê nêzî wan bûn û hevala min girtin. Bêyî ku li wan guhdar bikin yan jî sedema hevdîtinê bizanibin. Wisa li me hatiye ku her tiştê em dikin, dikeve asta sûc.”
Zextên tên kirin dibe sedema pirgirêkên derûnî
Zehra anî ziman ku hevala wê dema hatiye girtin rastî axaftinên ne ji rêzê û tundiya derûnî hatiye. Zehra wiha got: “Wisa lê kirin mîna ku şaştiyek mezin kiriye. Guh nedan rastî yan niyetên wê, lê belê bi mêjiyekî teng ew girtin. Jin li herêmê di gelek qeydên civakî re derbas dibin. Girtina hevala min ne tenê bandor li wê kir, li malbata wê jî kir. Ji ber nêrîna civakê li hember wan jî bi guman e. Herkes behsa wê dike, her wekî sûcek ku nayê derbaskirin kiriye. Nerînên der barê wê û malbata wê de gelekî dijwar bû. Hevala min tenê dixwest bixwîne. Bandorên derûnî yên vê bûyerê li ser hevala min hiştine, pir kûr bûn. Baweriya wê bi wê nema û hîs pê kir pêşeroja wê hatiye rûxandin. Malbata wê di rewşeke gelekî zehmet de dijî, tevî ku tiştê çêbûye gerek neghê vê astê. Di civaka me de paşverûtî demeke dirêj dixwaze heta bûyer were jibîrkirin. Bi hêsanî nayên jibîrkirin.”
‘Çeteyan wesayît bi ser çalakgeran ve ajot’
Ne tenê Zehra El Elî, çalakvan û xwepêşanderên jin ên daxwaza mafên xwe kirin jî rastî zextan hatin. Ji wan jî jinek ku beşdarî xwepêşandanê bû, ji bo hevjîn û zarokên wê ji girtîgehên çeteyan derkevin. Zehraa El Elî derbarê vê bûyerê de got: “Jinek li refên pêş ên xwepêşandêran bû. Li ser pankarta di destê wê de 'azadî ji hevjîn û zarokên me re' nivîsandî bû. Metirsî di dilê wê de hebû, lê belê dilê wê jî tijî coş bû. Di wê kêliyê de wesayîteke bi lez ber bi wan ve çû. Xwepêşandêran qîr kirin û xwe dan aliyekî, lê belê ew di cihê xwe de ma. Nikarîbû bilive û li erdê ket. Wê kêliyê jiyana wê heta dawî guhert. Ew rakirin nexweşxaneyê û tirsa di dilê wê de ew bû ku dema dermankirina wê bidawî bibe, ewê çawa di girtîgehên çeteyan de jiyana xwe berdewam bike. Jinên derdora wê jî digotin ew ê çawa berxwedana xwe di atmosfera tundiyê de bidomînin?”
‘Çete sedema sereke ya bilindbûna dengê jinan e’
Zehra diyar kir ku wê jinê tevî her tiştê tê re derbas bûye jî, biryar daye ku paş de gav navêje û bibe dengê jinên bêdeng. Zehra wiha got: “Dest bi nivîsandina çîrokên jinên girtî kiriye. Bi pênûsa xwe balkişand ser dengê jinan ku bighê tevahiya cîhanê. Lê belê herdem tirs weke hevalekî pê re bû. Hîs dikir ku ji aliyê çeteyan ve di bin çavdêriyê de ye. Mijar ne tenê tirsa ji girtinê bû, windakirina hêviya ku diparêze bû jî. Lê belê ew amade bû li hember hemû zehmetiyan rabe û bi her gotinekê hêvî dikir riya ber bi azadiyê ve xêz bike û hêviyê ji jinên welatê xwe re vegerîne. Çete sedema sereke ya bilindbûna dengê jinan e, ji ber dengê wan diçewisandin û nedihiştin nerînên xwe bînin ziman. Ol û kevneşopî dikirin hincet. Dema jin hewl didin biaxivin yan jî daxwaza mafên xwe bikin, bi sûc û gefan re rûbirû dimînin. Derketina wan qedexe ye û nabe tevlî jiyana giştî bibin. Mîna ku sûcek kirine.”
‘Ciwan û jin dikarin guhertinan çêkin’
Derbarê mafên jinan de Zehra destnîşan kir ku ew beşek ji mafên mirovan nayê dabeşkirin. Zehra diyar kir ku divê bi her awayî parastî bin ji bo jin neyên girtin û tundî li wan nebe, peyda bibe û axaftinên xwe wiha bi dawî kir: “Divê zagonên zelal û hişk hebin ji bo wan biparêzin. Her wiha divê perwerdeyên hişyariyê ji civakê re der barê mafên jinan de hebin û rêzgirtina ji jinan re girîngiyek be. Divê navendên piştgiriya derûnî û zagonî ji bo jinên tundî li wan dibe hebin. Divê rêxistinên xwecihî û navneteweyî kar li ser danîna awayên çavdêrî û nirxandina ji bo parastina mafên jinan deynin. Pêwîstiya me bi piştgiriya fermandarên jin di civakê de û xurtkirina rola wan di birina biryaran de jî heye. Ji ber ku ew yên herî guncaw di têgihîştina pêwîstiyên jinan û pirsgirêkên wan de ne. Ji bo pêşeroja zarokên min ez dibînim ciwan û jin dikarin guhertineke rastîn çêkin. Ger em bikaribin civakek mafên her kesî diparêze ava bikin, em ê karibin êşên mêrperest ên zilimkar têk bibin.”