"Çi dibe bila bibe em ê li rex şervanên xwe li ber xwe bidin"
Jinên ji Kobanê hêrs û helwesta xwe li dijî gefên dewleta tirk û çeteyên wî li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava dan nîşandan û wiha gotin: "Eger dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî herêmên me bikin, bila bikin mane mirin careke bila ew mirin jî bi rumet be. Em dest ji vê axê bernadin."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Polîtîka dewleta tirk a qirker ku weke navendekî pêkanîna planên hêza NATO ye, bi berdewamiya şer û kûrkirina qirîzên herêmê dixweze pêşî li pergala xweya hilweşîner bigre û li ser piyan bimîne. Dewleta tirk di hundirê Tirkiyê de têk çûye, di hemû warên jiyanê de lewazbûnê dijî. Ketiya nava aloziyekê û nizane wê çawa xwe ji nava vê girêkê derxîne û pirsgirêkên xwe çawa çarser bike. Hewl dide ku bi rêka van pilan û êrîşan pirojeyên xwe yê nû bide destpêkirin. Êdî ti rêk li pêşa dewleta tirk nemane ji bilî binkeftin û tinekirinê. Ji lewra hewl dide ku herêmên Bakur Rojhilaltê Sûriyê-Rojava bidest bixe û li ser xwîna Kurdan car din bijî. Piştî ku dewleta tirk li Meira û beriya wê di şerê Kobanê de binkeftin jiya, di milekî de dixwaze tola DAIŞ hilîne û di milekî de jî dixwaze binkeftinên xwe vegerîne serkeftinê. Jinên ji Kobanê di derbarê gef û kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava ji ajansa mere axivîn.
"Gefên Erdogan me natirsîn e"
Xanze Mihemed Qulagasî teqez kir ku êrîşên dewleta tirk wê tu carî metirsiyê nexe nave gel û wiha pêde çû: "Em tu carî şer naxwazin, lê dema ku yek êrîşî me bike, wê demê ji bo parastina rewa em ê ji 70 heya 7 salî li beramberî dewleta tirk şer bikin. Êdî bese ji van kiryar, gef û pilanên dijmin ku rojane dibêje ez ê êrîş kim, eger êrîş bike jî em amadene. Ez bi vî temenê xwe ez ê li berxwe bidim, ji ber êrîşan em dû caran ji malên xwe derketin, mal û milkên me hat talankirin û wêrankirin. Em jiyana koletî qebûl nakin, eger em bijî em ê jiyanek bi rumet bijî, eger ne wiha be jî em dervî jiyana bi rumet tu jiyanan nexwazin. Em xwedî vê axê ne, xedê ji terefa xwe de li Erdogan xwe, kijan ne heqe wê serkeftin ne be para wan. Kî kude diçe bila biçe ez ê li mala xwe de bimînim. Erdogan bûye wek gurê dev bixwîn û har bûye, nizane dev bavê je kur, bi ku de dizivirî dewleta tirk û hevkarên wî wirin, dewletên desthiladar dixwazin me Kurdan bikin koleyên xwe, em jî koledarî qebûl nakin."
"Axa dapîr û bapîrên me tu kes nikare destbavêje"
Eyna Osman jî balkişand ser pilanên dewleta tirk û got: "Me gelê herêmê tu carî zor û zilm neda tu kesî, lê dewletên cîran wek dewleta tirk îro dixwaze cardin axa me dagir bike, wek ku çawa beriya sed salî axa me dagirkir, vê ca dixwaze wan dem û dewranên xwe dubare bike. Her kes dizane ku ev ax ya meya û em li ser vê axê hatiye dûnyayê û em ê li ser vê axê bimrin. Di dema Firansa de ev ax carekê hat dagirkirin, berê ev sînor, mayîn û dîwar di navbera me û Bakurê Kurdistanê de tune bû, lê dewleta tirk destpêkê axa me dagirkir paşê mayîn çandin ji bo em û mirovên xwe ji hevdû qut bibin. Vê têrê nekir rabû dîwarê şerê lêkir û niha jî dixwaze wî dîwarî rake û ber bi axa me de were. Her gundekî me li ber sînor li hemberî wî gundê din yê me bû, bi ser axa me de tê hesbandin. Lê bi destê dewleta tirk û hêzên dagirker axa me bû ya dewleta tirk. Li gor dayik û bavên me digotin çûn û hatina me li Bakurê Kurdistanê tenê çend seat bû. Lê niha em dixwazin xwe bighêjînin xwîş, bira, dost û keçên xwe em nikarin, ji ber sînor di navberî me de danîne û mayîn çandine. Her demê carê Erdogan dibêje ez ê li şerekî nû destpêbikim, dixwaze şerê derunî bixe nava gelê herêmê de."
"Lingê min bi lingê şervanan reye"
Zehîde Îsa diyar kir ku dewleta tirk dixwaze binkeftina xwe li ser xwîna gelê me bidest bixe û wiha bi lêv kir: "Em li rex şervan û zarokên xwe ne, me çawa di şerê Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de zarokên xwe bi tenê nehiştin, em cardin bi wan re li ber xwe bidin. Heya ku yek zarokên me hebin wê ev ax neyê dagirkirin. Ji bilî berxwedanê em tu tiştî nizanin, an berxwedan an berxwedan û bi berxwedanê em ê bi serkevin û dagirkeran jî têk bibin. Em bi heyrana hêz û vîna şervanên xwe bin, li dijî gefên Erdogan em gelê herêmê em ê bi yek hêzê li dijî dewleta tirk têbikoşin û destkeftiyên mezin bi dest bixin. Em tu kes naxwazin terka welatê xwe bikin, ji ber welat pir şêrîn û girane, li welatê xerîban jiyan zehmete û nayê jiyîn. Em ji şervanên xwe ne çêtirin eger çi bê serê wan bila bê serê me jî. Bi saya wan lehengan em îroj li ser axa Kobanê dijî, bi saya wan jî em ê herêmên xwe rizgar bikin û çavê dijmin derxînin. Erdogan her roj bela xwe li me digerîne, her çend rojan carê pilanan li ser me dide çêkirin, wê ev pilan bi ser nekevin, em canê xwe fedayî şervanên xwe dikin."