Çeteyên HTŞ’ê êrîşê gundê Hemdûn ê Kobanê kir: Jinek jiyana xwe ji dest da
Hate ragihandin ku çeteyên rêveberiya demkî êrîşê gundê Hemdûn ê başûrê bajarê Kobanê kirin û di encama êrîşê de jinek sivîl jiyana xwe ji dest da û sivîlek jî birîndar bû.
Navenda Nûçeyan- Rûxmê ragihandina agirbestê jî, çeteyên rêveberiya demkî yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike, ji duh ve êrişî gundê Hemdûnê yê başûrê bajarê Kobanê dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ji ber êrişan jinek sivîl jiyana xwe ji dest da û sivîlek jî birîndar bû.