Çeteyên HTŞ’ê 2 şervanên YPJ`ê revandin
Çeteyên HikÛmeta Demkî 2 şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), li herêma Dêrazorê revandin. Ev kiryar bû sedema nerazîbûna raya giştî û jinan.
Navenda Nûçeyan- Vîdeoyek ku her du şervanên YPJ’ê piştî revandina wan ji aliyê çeteyên ji aliyê Hikûmeta Demkî ve hatine kirêkirin nîşan dide, pêlek hêrs û şermezarkirina raya giştî derxist holê.
Çeteyên hikûmeta demkî vîdeoyek weşandin ku têde xuya dike çeteyan 2 şervanên YPJ`ê li herêma Dêrazorê revandine. Ev kiryar ji hêla raya giştî ve hat şermezarkirin. Çalakvan, rewşenbîr û rêxistinên mafên jinan revandina 2 şervanên jin şermezar kirin, daxwaza berdana wan û darizandina berpirsyaran kirin.
Di vîdeoya ku li ser medyaya dijîtal belav bûye de, xuya dibe ku 2 şervanên YPJ`ê yên bi navê Amara Intîqam û Narîn Axîn li herêma Dêrazorê ji hêla çeteyên hikûmeta demkî ve hatine revandin.