Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê malên gel talan dikin
Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên bajarê Minbicê dagir kirine, hemû mal û milkên gel talan dikin, xaniyên valabûyî bi kirê didin malbatên çeteyan. Ş.H. ya ji bo mala xwe serî li gelek riyan da dixwaze bi rûmet vegere axa xwe.

SÎLVA EL ÎBRAHÎM
Kobanê – Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê bajarê Minbicê dagir kirin bi sedan malbat neçar man koçberî bajarên cuda yên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Çeteyan piştî dagirkirina Minbicê dest bi dizî, talan, tacîz, tecawiz, komkujî, revandina mirovan û gelek kiryarên xirab li dijî gel kirin. Şêniyên Minbicê yên ku bi darê zorê ji cihê xwe hatine koçberkirin, dixwazin bajarê wan were rizgarkirin û careke din bi rûmet û ewlehî vegerin warê xwe.
Piştî herêma Mibicê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hat dagirkirin, bi sedan malbat neçar man ji bajar derbikevin. Malbatên ku ji Minbicê derketin, berê xwe dan herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, Cizîr, Firat, Reqa û Tebqayê.
Malên valabûyî bi kirê dan malbatên çeteyan
Li Menbicê di dema pevçûnan de, çeteyan vê rewşê derfet dîtin, mal, dikan û milkên gel talan kirin. Niha tenê dîwarên malan mane, derî, şibak, tesîsatên av û cereyanê jî hatine dizîn. Beriya ku bajar were dagirkirin, nexweşxaneyek li Cadeya Rabita ku nû hatibû avakirin û ketibû xizmetê, hemû ekîpmanên wê hatin desteserkirin. Malzemeyên înşaetê yên Dibistana Gassaniye ya ku di dema DAIŞ’ê de hatibû hilweşandin û piştî rizgarkirinê ji nû ve dest bi avakirina wê kiribûn, bi temamî hatin dizîn. Gelek sivîl hatin revandin, fîdye ji malbatên wan xwestin.
Êrîşên li ser jinan didomin
Kesên ku li bajar man jî, bi revandin, kuştin û binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin. Di du bûyerên dawî de, du jin yek ji aliyê bavê xwe ve yek jî birayê xwe ve hatin kuştin. Dîmenên yek ji wan bûyeran di medyaya dîjîtal de bi hinceta “namûsê” hat parvekirin. Ji ber ku tu pêkanîneke hiqûqî tune ye û kiryar nayên cezakirin, her diçe sûcên wiha zêdetir dibin.
Minbic bû cihê talan û diziyê...
Ş.H. jineke Kurd e bi darê zorê ji Menbicê koçber bûye. Sala derbasbûyî di meha Kanûnê de bi dagirkeriya Tirk re bi malbata xwe re ji Minbicê reviya herêma Firatê. Niha li gundewarê Kobanê di malake ku malbatek ji bo demek dayê de dijî.
Ş.H. piştî ku bihîst çete dikevin malên kesên koçber bûne û vediguherînin cihê leşkerî û malbatên xwe li wan bi cih dikin, çû Minbicê xwest li mala xwe, mala kur û keça xwe binêre lê dît ku mala kurê wê bi temamî hatiye talankirin û bi kêrê dane malbatek. Di mala keça wê de jî malbateke çete dimîne û ji bo derketinê 3 hezar dolar dixwazin. Deriyê mala wê bi xwe jî hatiye şikandin, kilîta wê hatiye guherandin û eşyayên di navê de hemû hatine dizîn. Ş.H. diyar dike çete li mizgeftan diaxivin û diyar dikin ku talankirina malên gel “meşrû” ye revandin û êrîşa li dijî jinên Kurd “guhen” nîn e.
‘Li ser Menbicê ewrên reş û tarî hene!’
Ş.H. dema ku cara yekem çûye bajar tiştên hîs kirine wiha vegot: “Bajar êdî weke berê nîn e. Li ser ewrên reş û tarî hene. Weke zarokek bê dayik stûxwar û xemgîn e. Tu dibêjî qey dîwar jî ji ber rewşa ku tê de ne diqîrin. Saziyên rêveberiya bajar dikirin û xizmetê pêşkêş dikirin, tune ne, tenê dîwarên wan ên reş, kaxizên şewitandî yên li erdê û bi zibaleyên ku di quncikên wan de kom bûne qirêj mane.
Bajar di nava qirêjiyê de maye
Li devî deriyan jî tûrên nanên kartû hene. Kesên ku saziyan dagir kirine, bi por û rûyê xwe yê dirêj, terlikên naylon ên di lingên xwe de baş nîşan didin ku bajar dagir kirine û dijminên wê derê ne. Li bajar tenê malbatên çeteyan hene tu şêniyên resen ên Minbicê li kolanan nabînî. Ajokarên texsiyan, xwediyên dikanan hemû malbatên çeteyan in. Ji cil û şêweya zimanê wan ev yek vekirî diyar dibe. Şehîdgeh hatiye hilweşandin, xizmên şehîdan ji tirsê nikarin nêzî wê derê bibin. Sembolên bajar hatine texrîbkirin, peykera ku ji bo rûmeta karkerên bi şev û roj dixebitin hatibû çêkirin jî hatiye hilweşandin û jixwe êdî peywirdarên paqijiyê jî tune ne, bajar di nava zibaleyan de maye.”
‘Bi zihniyeta cîhadîst mafên şêniyên Minbicê hemû hatin desteserkirin’
Ş.H. diyar kir ku dema çûye ba çeteyan xwestiye mala wê vala bikin ji wan re gotiye; “Ez Kurd im, Xweda nasname û zimanê me afirandiye û em bi vê gelek bextewar û şanaz in. Di Îslamê de tu fetwayeke ku binpêkirina mafên me meşrû bike tune ye” çeteyan jê re gotine biçe Helebê ji Heyet Tehrîr Şam têkildarî valakirina malê belgeyek nivîskî bîne.
H.Ş. diyar dike ku tevahiya rojê li Helebê di bin tavê de carê çûye saziyek û dûre gihîştiye edliyeyê. Bi belgeya ku ji wê derê girtiye roja din vegeriyaye Minbicê û serî li wan çeteyan daye, wan jî gotine ku dê bi dewriyeya leşkerî malê bidisn lê her car bi paş xistine.
‘Tu saziyên xizmetê li Minbicê nemane’
Ş.H wiha didomîne: “Ez bi saetan sekinîm, bi çavên tije rondik, min li rewşa bajar nihêrî. Wan saziyên ku berê bi rûmet xizmetê dikirin niha bûbûn cihê binpêkirina mafan. Dawiyê yek ji wan hat ji bo dewriyeya leşkerî, çû mala kurê xwe û bi kesê ku di malê de bi kirê dima re axivî. Kesê di kirê de got ku ji bo malê vala bike gef lê hatiye xwarin. Wî mirovî ji min re got ku ger xwediyê malê (talanker) û yê di kirê de bi hev re werin saziyê dê malê bidin. Zavayê wê jî ji bo mala xwe hatibû bajar lê gef lê xwaribûn jê re gotibûn; “ger tu careke din werî em ê te radestî leşkerên Tirk bikin, 3 sal di zindanê de bimînî.”
Kesê ku mala wan desteser kiribû jî yê di kirê de jî neçûn saziyê. Ji H.Ş. re gotin “tu dikarî vegerî mala kurê xwe” lê tu temînat nedanê. Kesê ku ketibû malê ji wan re got ger hûn bikevin malê ez ê malê bi ser we de hilweşînim. Wî kesî berê jî ji bo jineke Kurd negire mala xwe bi çekê tehdît kiribû.
‘Ji bo malan fetwayan didin’
Ş.H diyar kir ku çeteyan gel biçûk xistine û dest danîne ser malên wan û wiha domand: “Goya zagon hene lê tu rêgez tune ye, heqaretê li mirovan dikin. Di navbera wan de tu pergalek tune ye, rêveberiyeke ku karên gel bidomîne tune ye. Her kom li gorî kêfa xwe êrîşê gel dike û vê yekê ji xwe re maf dibîne. Tu kes hesab nade, ew bi xwe jî dizanin çi kaos li bajar heye.”
Ş.H. xwest kesên ku bi zorê hatine koçberkirin bi awayê bi rûmet vegerin Minbicê û dawî li dagirkeriya Tirk were û wiha bi dawî kir: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê berpirsên vê kaosê ne. Heta ku ewlehî û merc çênebin em ê venegerin Minbicê. Di rewşa heyî de veger ji bo me bêrûmetî ye.”