Çeteyan li Humisê 22 kes qetil kirin
Di 72 saetên dawî de li bajarê Humsê di êrîşên komên çete yên li dijî Elewî, Şîe û Murşiyan de 22 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/01/20250124-20250124-image-870x-67936659bc56f-jpgac9703-image-jpg267dbb-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Humisê 22 kes hatin kuştine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Li gorî SOHRˈê, komên cîhadîst ên xwecih yên girêdayî rêveberiya HTŞˈê di 72 saetên dawîn de li gundên niştecihên wê Elewî, Şîe û Murşidî ne, operasyonên tesfiyekirinê pêk anîn. SOHRˈê ragihand ku di encama binpêkirinan de de 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
SOHRˈê da zanîn ku li wan gundan bi dehan kes hatin revandin, heqaret û îşkence li wan hat kirin, destdirêjî li sembolên olî hate kirin, komkujî hatin kirin û bi cenazeyan hate lîstin.