Çeteleya Tundiyê ya meha Adarê ya JINNEWS’ê: 24 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Adarê ya JINNEWS'ê, 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, careke din mirina 24 jin û 2 zarokan bi awayekî bi guman ket qeydan.

Navenda Nûçeyan- Ajansa nûçeyan a JINNEWS’ê çeteleya tundiya li dijî jinan ên ji nûçeyan berhev kir weşand. Li gorî daneyan, di meha Adarê de 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

Herî zêde jin li Stenbolê hatine qetilkirin

Li Kutahyayê 1, li Muglayê 1, li Mersînê 2, li Bedlîsê 1, li Îzmîrê 1, li Edeneyê 1, li Stenbolê 8, li Erziromê 2, li Êlihê 1, li Kocaeliyê 1, li Dîlokê 1, li Amedê 1, li Çanakkaleyê 1 û li Enqereyê jî 2 jin hatan qetilkirin.

Jin dîsa ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin

8 jin ji aliyê mêrên bi wan re hatine zewicandin ve, 3 jin ji aliyê mêrên ku xwe ji wan berdabûn ve, jinek ji ber ku xwest veqete, 1 ji aliyê mêrê nas dikir ve, 1 ji aliyê mêrê ku nas nedikir ve, 2 jin ji aliyê mêrên bi wan re dijiyan ve, jinek ji aliyê bavê xwe ve, 2 jin ji ber dest ji mêrên bi wan re zewicî berdan, 3 jin ji aliyê zarokên xwe ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve, jinek jî ji aliyê mêrê ku nehat naskirin ve hat qetilkirin.