Çeka ku polîsan bi kar aniye di envanterê de nehatiye qeydkirin!

Li ser qetilkirina Dîlan Kortak 8 sal derbas bûn lê di dozê de tu pêşketin çênebû. Di dawî de derket holê ku çeka winda ya ku kovanên wê li cihê bûyerê hatin dîtin, di envanterê de nehatiye qeydkirin.

SERPÎL SAVUMLU

Stenbol – Dîlan Kortak di 3'ê Kanûna 2015'an de li Sancaktepeya Stenbolê di mala xwe de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin. Di ser mirina Dîlan Kortak re 8 sal derbas bûn lê di dozê de tu pêşketin çênebû. Polîsên ku bi zirxên bêcezakirinê hatin parastin, erka xwe hê jî didomînin. Derket holê ku çeka tê gotin ji aliyê polîsan ve hatiye bikaranîn di envanterê de nehatiye qeydkirin û çeka ku kovanên wê hatine dîtin winda bûye.

Li ser îxbara Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê ve di çarçoveya "şertên ku dibe dereng bikeve" li mala ku Dîlan Kortak lê dima, biryara lêgerînê hat dayîn. Bi sedan polîsan bi piştgiriya helîkopteran bi ser malê de girtin. Di serdegirtinê de Dîlan a 20 salî bi 25 guleyên ku li bedena wê ketibûn jiyana xwe ji dest da.

Jê re gotin 'parastina rewa'

Di dosyaya lêpirsîna ku der barê mirina Dîlan Kortak de hat vekirin de biryara nepenîtiyê hat dayîn. Serdozgeriyê 101 roj piştî bûyerê biryar da ku "pêdiviya dozgeriyê nîn e." Di biryara ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê ve di 18’ê Adara 2016’an da hat dayîn de hat diyarkirin ku polîsên operasyon li dar xistine "di bin şert û mercên parastina rewa de" tevdigerin û bi çekan hatine girtin di xala 16'emîn a Qanûna Erk û Desthilatdariya Polîsan a ku ji aliyê Meclisê ve bi nîqaşan hat qebûlkirin, "desthilatdariya bikaranînê" wekî hincet hat destnîşankirin. Bi vê hincetê biryara nepenîtiyê jî hat rakirin.

Der barê polîsan de tu lêpirsîn nehat destpêkirin

Lê belê piştî demeke kin hat diyarkirin ku di dosyayê de bi taybetî bi xebatên parêzeran lêgerîna delîlan tune ye û bingeha lêkolînê jî raporên ku ji aliyê polîsan ve hatine amadekirin in. Di lêpirsînê de çekên polîsên di operasyona li mala ku Dîlan Kortak lê dima, nehatin lêkolînkirin. Her wiha îfade, guhertina destan, şopa tiliyan û lingan ji polîsan nehat girtin. Pêvajoya darazê bi îtîrazên parêzeran dikare bê destpêkirin. Polîsên kiryar bi sûcê "ji îhmalkariya bi zanebûn mirine" hatin darizandin. Dadgehê di rûniştina duyemîn de “biryara bê erkbûnê” da û dosya şand Dadgeha Cezayê Giran. Lê heta niha der barê polîsan de tu lêpirsîn nehatine girtin.

'Bi qestî hat kuştin ne bi teqsîr'

Der barê pêvajoyê û geşedanên nû yên têkildarî dosyayê de em bi parêzerê dozê yê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz a Stenbolê Bulent Aşa re axivîn.

Bulent Aşa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku 68 gule li Dîlan Kortak ketine û ji van 25 guleyan ketiye û diyar kir ku ji van guleyan 17 gule li pişta wê, 7 gule li sînga wê ya çepê û jêrê ketiye û yek gule li stûyê wê ketiye. Ji ber vê yekê 21 guleyên ku li Dîlan Kortak ketine, bi serê xwe kujer in, guleya li pişt stûyê wê tê wateya kuştina bi qestî, ne îhmal. Bulent Aşa bi bîr xist ku daxwazên dadgehê nirxand û dosya şandin Dadgeha Cezayê Giran û wiha got:

“Îhtîmala guhertina cewherê sûcê ku bersûc ji ber wê tên darizandin, di warê pêvajoya dozê de pêşketineke girîng e. Ji ber ku me ji destpêkê ve bi delîlan nîşan da ku Dîlan Kortak bi awayekî derveyî hiqûqê hatiye înfazkirin. Di serlêdana sûc a ku piştî bûyerê li ser navê malbatê hat kirin de, me diyar kir ku di bûyerê de hêzeke bê hevseng hatiye bikaranîn û tevî ku îhtîmala Dîlan bê girtin jî ji aliyê polîsên ku tevlî operasyonê bûne bi awayekî derqanûnî ve hatiye qetilkirin. Lê belê dozgeriya ku lêpirsînê dimeşîne bêyî ku delîlên ku me ji bo lêkolîna bi bandor bê meşandin û îfadeya polîsên ku beşdarî operasyonê bûne bên girtin, biryara neşopandinê da. Piştî ku riyên hiqûq bi dawî bûn, bi hinceta ku lêpirsîn bi bandor nehatiye kirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin, me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe ya 10’ê Kanûna 2019’an de biryar da ku ‘ji bo ji holêrakirina encamên binpêkirina rêgezên mafan ji Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê re ji nû ve lêkolînê bê kirin.’ Bi biryara AYM a der barê binpêkirina mafan de, dozgeriyê biryara neşopandinê ya berê betal kir û lêpirsîn ji nû ve da destpêkirin. Lê belê bêyî ku binpêkirinên di biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê qetilkirina Dîlan Kortak de ji holê bên rakirin, Serdozgeriyê bi îdianameya kuştina ji îhmalê tenê der barê 3 polîsên ku di bûyerê de çek bi kar anîne, serî li dozgeriyê da.”

'Gelek xal hene ku divê bên zelalkirin'

Bulent Aşa bi bîr xist ku der barê 9 polîsên ku operasyon plan kirine, kontrol kirine, fermana gulebaranê dane û di hemû qonaxên operasyonê de cih girtine de biryara neşopandinê hatiye dayîn, Bulent Aşa got ku wan serlêdana ferdî li Qanûna Bingehîn kirine. Dadgeh li ser vê yekê bersiva vê sepanê hê nehatiye wergirtin. Bulent Aşa diyar kir ku heta hemû bersûc bi awayekî herî giran bên cezakirin dê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Bulent Aşa, anî ziman ku di lêpirsîn û dozgeriyê de di der barê qetilkirina Dîlan Kortak de hê jî gelek xalên ku divê bên zelalkirin hene, Bulent Aşa got ku hîna der barê bûyerê de tu keşfek nehatiye kirin. Ji bilî vê, ya ku nayê kirin tenê bi vê re sînordar nabe.

Çekeke ku di envanterê de nehatiye qeydkirin hatiye bikaranîn

Di dosyayê de rewşa herî balkêş jî ew e ku yek ji çekên polîsan di operasyonê de bi kar anîne, di envantera polîsan de nehatiye qeydkirin. Ev rewşek nû derdikeve holê. Bulent Aşa got: “Vê çekê hê jî winda ye nehatiye dîtin. Di rapora krîmînal de hatiye tesbîtkirin ku di encama operasyonê de li cihê 

bûyerê 9 mm. tîpa Parabellum 38 kovik ku neketiye destê dozgeriyê ve ji (çekek bi tenê) hatine avêtin. Di vê raporê de tê dîtin ku di bûyerê de çekeke ku di envanterê de nehatiye qeydkirin ji aliyê polîsan ve hatiye bikaranîn. Me xwest em vê çekê bibînin û diyar bikin ku di bûyereke din de hatiye bikaranîn yan na lê heta niha tu encam bi dest neketiye.”

‘Pevçûn nîn e 'Bi armanca kuştinê tevgeriyan'

Di rapora lêkolîna li cihê bûyerê de hat diyarkirin ku 2 çekên cuda yên tê îdiakirin aîdî Dîlanê ne lê di lêkolîna şopa tiliyan a li ser çekan de şopa tiliyên Dîlanê nehatiye dîtin. Bulent Aşa der barê vê rewşê ve îdiayên ku dibêjin Dîlan bi çekê gule li polîsan reşandine û pevçûn derketiye, bi temamî red dike. Bulent Aşa got: “Polîsên ku li mala Dîlan Kortak lê hat dîtin, operasyon li dar xistin û koordîne kirin, ji bo wê bi saxî bigrin tevnegeriyan, bêyî ku tedbîran bigrin, hêzeke giran û bênavber bi kar anîn û bi mebesta kuştinê tevgeriyan. Lewma em nikarin behsa xweparastinê bikin. Ji ber ku her çendî îdia kiribûn ku li malê pevçûn derketiye jî di lêkolîna şopa tiliyan a li ser çekên ku li malê hatine desteserkirin de şopa tiliyên Dîlanê li ser herdu çekan jî nehatiye dîtin.”

'Sûcdar dikarin bawer bikin ku sûcên wan dê bi demê re bê ceza bimînin'

Bulent Aşa bi bîr xist ku polîs hê jî li ser peywirê ne û wiha got: "Mixabin di înfazên bi vî rengî yên bê edaletî de tedbîrên girtinê nayên girtin û weke bêcezakirinê tên nixumandin. Em dikevin sala 8’emîn a qetilkirina Dîlanê lê di dosyayê de hê tu pêşketin çênebûye. Di vê rewşê de û di rewşên mîna wan de, ji bo parastina sûcdaran, qanûnek wekî amûrek bi bandor a bêcezakirinê tê bikaranîn. Bi demê re, sûcdar dikarin bawer bikin ku sûcen bê ceza bimîne, dibe ku wan teşwîq bike di pêşerojê de tawanên bi vî rengî bikin û binpêkirinên mafên mirovan hîn zêdetir bikin. Ji aliyê din ve, nebûna qanûnek sînordarkirinê di pêvajoyên dadwerî yên binpêkirinên giran ên mafên mirovan de, dikare bandorek rêgir li ser kesên ku tawanan dikin çêbike û bi vî rengî bibe alîkar ku pêşî li binpêkirinên pêşerojê were girtin.”

'Kiryar tên parastin'

Bulent Aşa, bal kişand ser dosyayên Ugur Kaymaz, Dîlek Dogan û Kemal Kurkut kir û wiha got: “Bi hinceta ku Ugur Kaymaz kuştine, biryar hat dayîn ku hemû polîsên ku Ugur Kaymaz qetil kirine, bên beraatkirin. Polîsê ku Dîlek Dogan qetil kir, ji ber îhmalkariya bi zanebûn bû sedema mirina 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê. Di dosyaya Kemal Korkut ê ku di Newrozê li ber çavên her kesê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin de polîs bi Zagona Selahiyet û Peywirê û bi cihanîna hukmên Zagona Ceza ya Tirk anîne cih biryara “cihê ceza nîn e” hat dayîn. Li Tirkiyeyê sedema ku binpêkirinên mafên mirovan bê ceza dimînin, daraz bi xwe ye. Dewlet bi xwe gelek caran kiryarên ku peywirdarên dewletê ne diparêze.”