Çeka ku li gel Reyhan Dîlekçî hat dîtin aîdê kê ye?

Li Bismila Amedê duh xwendekarek li dibistanê kuştî hat dîtin, dema ku lêpirsîna kuştina bi guman a xwendekara lîseyê Reyhan Dîlekçî ya 17 salî berdewam dikir, hat îdiakirin ku çeka li kêleka keçikê hatiye dîtin a polîsekî teqawîdbûyî ye. Hevalên wê yên refê ku dibêjin "Hevala me ne keseke wisa bû xwe bikuje" bertek nîşanî rêveberiya dibistanê dan û wiha gotin: "Ev çek çawa ket dibistanê."

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Xwendekara dibistana amadeyî Reyhan Dîlekçî ku li navçeya Bismilê ya Amedê dijiya, duh li dibistana Amedeyî ya Anadoluyê ya Fatîhê ku lê dixwend bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Reyhan Dîlekçî ya 17 salî, di dema dersê de ji mamosteyê xwe destûr girt û derket. Piştî demekê dengê çekê hat bihîstin. Dema dengê çekê hat bihîstin mamoste û xwendekar ji refê derketin, bi cenazeyê Reyhan Dîlekçî û çeka li kêleka wê re rû bi rû man. Dema ku lêpirsîna der barê mirina bi guman de berdewam dikir, hat îdiakirin ku çeka li kêleka Reyhan Dîlekçî hatiye dîtin aîdê polîsekî teqawîtbûyî ye.
“Hevala me keseke ku xwe bikuje nebû” 
Hevalên wê yên refê diyar kirin ku Reyhan Dîlekçî rojek beriya bûyerê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî gotinên "Ez ji we hemiyan pir hez dikim" û “Mirov tenê dema ku li ser milan tê hilgirtin tê hezkirin" parve kiribû. Hevala wê G. ya ku diyar kir Reyhan Dîlekçî ne kesek wisa bû ku xwe bikuje wiha got: “Her tim bi rûkenî û pir kêfxweş bû. Ew ne keseke wisa bû ku xwe bikuje. Em nizanin wê çekê ji ku derê dîtiye. Ji refê derket, 5-6 deqe piştî ku derket me dengê çekê bihîst, dema em derketin her der xwîn bû.”
"Ew çek çawa ket dibistanê?" 
Hevalên wê yên ku bertek nîşanî bûyerê dan wiha gotin: “Baş e em bêjin ev xwekuşti n e. Ev çek çawa ket vê dibistanê? Rêveberiya dibistanê di vî warî de bê berpirsiyar tevgeriya. Em ji vê bûyerê re dibêjin xwekuştin lê em nizanin rastiya wê çi ye. Em tenê tiştên ku dibînin dibêjin. Her wiha Reyhan herî dawî bi biraziya xwe re hevdîtin pêk anî. Reyhan di bêhnvedanê de biraziya xwe hembêz kir, maç kir û bêyî ku biaxive vegeriya refa xwe.”
Îdiaya ku çek aîdî polîsekî teqawîdbûyî ye
Li gel îdiayan hat hînbûn ku li korîdora ku Reyhan Dîlekçî jiyana xwe ji dest da  kamera nexebitîne lê li gorî agahiyan kamerayên din ên li dibistanê hê dixebitîn. Hat îdiakirin ku çek aîdî polîsekî teqawîdbûyî ye û nayê zanîn Reyhan Dîlekçî çekê ji ku aniye.  
Polîsan rojnivîsk û notên Reyhanê girtin
Endamên malbatê diyar kirin ku çeka Reyhan Dîlekçî bi kar aniye ne ya wan e, polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku dest pê kir de rojnivîsk û pirtûkên Reyhan Dîlekçî girtin. Xizmên malbata wê diyar kirin ku di berîka çakêtê Reyhan Dîlekçî de tebîniyêk ku “Ez ji we hemûyan pir hez dikim. Ez tu kesî sûcdar nakim" dihat nivîsandin hatiye dîtin. Heta niha nayê zanîn ku nota behsa wê tê kirin aîdî Reyhan Dîlekçî ye yan ji aliyê kesek din ve hatiye nivîsandin û danîn. Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de heta niha îfadeya tu kes nehatiye girtin.
Egîtîm-Sen: Em ê vê pêvajoyê bişopînin 
Endamên Egîtîm-Sen Şaxa Bismilê ku em der barê bûyera gumanbar de bi wan jre axivîn, bal kişandin ku der barê mijarê de gelek îdia hene. Endamên şaxê diyar kirin ew ê bi rengekî zelal nêzî pêvajoyê bibin û diyar kirin ku ew ê pêvajoya ji bo mirina bi guman a Reyhan Dîlekçî bê meşandin ji nêz ve bişopînin û gotin ku ew ê li gel xwendekarên ji bûyerê bi bandor bûne e bin.