“Çek dan zikê jinan û xefikên elektirkî danîn ser rêyan”
Li hemberî hevpeyîmana Hikmeta Navendiya Îraqê û Hikumeta Federala Başurê Kurdistanê gele Şengalê 101 rojin di çalakiyê dene. Endama PADE yê Nafya Meşu girêdayî meşa duh got: “Çawan em dîtin bi wesayitên zirxî hatin pêşya me girtin. Çek dan zigê jinan. Xefikên elektirkîkê danîn ser rêyan, ji bo dema wesayît derbasbibin lê biqelibin. Hêza ku îro derketî pêşiya me ti ferqa wê ji DAIŞ’ê nîne.”
SITÎ ROZ
Şengal- Roja 2’ê Tebaxê ber bi 3’ê yê Tebaxa sala 2014’an saet 02.00 ber bi berbanga sibê ve qêrînek bilind bû. Ev qêrîna tiştên ku li Şengalê hatin jiyînbû. Hemû diniyayê şahidiya qetilkirina jin, zarok, ciwan, kal û pîrên Êzidî bi destê DAIŞ’ê kirin. 11’ê Hezîrana heman salê dema ku DAIŞ’ê bajarê Musilê dagirkir, êdî welatiyên Şengala ku 126 kîlometreyan durî Musilê ye ketin ferqa talokê û li gorî derfetên xwe amadekariyên çekan kirin. Li hemberî vê Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku divê hemû welatî çekên xwe bînin teslîmbikin, di mala kê de çek û cepane bê dîtin dê bê cezakirin, divê kes axa xwe neterikîne û dê ji aliyê wan ve bê parastin.
Gel bê parastin hêlan
Her çendî sozên wiha dan jî lê di rastiyê de neket meriyetê. 3’ê Tebaxê saet ber bi 02.00’an ve çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundên Girk Zerik û Siba Şêx Xidir ên 45 deqe durî navenda Şengalê ne kirin. Di heman kêliyan de bê ku yek guleyê biqetînin bi biriyara wezaretê pêşmerge paşve vekişiyan. Li Zoravaya ser bi Şengalê dema ku welatiyan dîtin pêşmerge direvin gotin: “Hun diçin qe nebe çekên xwe ji me re bihêlin, emê şer bikin.” Di wê navberê de pêşmergeyên xwe nerazî kirin 3 Êzidî qetilkirin. Piştî ku pêşmergeyan qad terikandin, serê sibê ber bi saet 07.00’an ve Êzidiyên derdorê bi yên navenda Şengalê ve berê xwe dan çiya. Tiştên heta vêderê û ji vê û şonde hatin jiyîn gelek hatin nivîsîn û xêzkirin, lê ji bo ku ev komkujî bê lêpirsînkirin û hesabê wê bê dayîn tiştek nehat kirin.
Gel 101 di çalakiya kon dene
Dema mirov guh dide êşên li ser vê axê hatîn jiyîn ‘kevir be dê biteqe.’ Gelê Êzidiyê li hemberî ewqas êşê ber bi jiyana nû ve gav davêje, parastina xwe avakirine, malên xwe ji nû de avadikin û jinan di gelek qadên jiyanê de xwe rêxistin kirine. Lê yên ew bê parastin hêlan di her derfetê de îxaneta xwe nîşan didin.
Yek ji wan jî hevpeyîmana Hikmeta Navendiya Îraqê û Hikumeta Federala Başurê Kurdistanê 9’ê Cotmeha 2020’an ne… Ev hevpeyîmana “nenasîna Rêveberiya Xweser a Şengalê” û “girtina Asayişa Êzidîxanê “ ye. Gelê Şengalê bi çalakiya konê rumetê ya 101 rojin didome de bertekên xwe nîşandidin.
Gel li hemberî şiyariya valakirina asayişe li ser linganin
Dema ku li ser welatiyên daxwazên xwe danîn ziman tundî zêdedibû, daxwazên wan bi ber guhê hikumeta Begdayê ketin. Hikumeta Begdayê şiyariya valakirina asayişa gel da ji bo ku ew asayişa xwe têxin cihê wê de. Desteya Rêveber a Meclîsa Xweser a Şengalê (MXDŞ) li hemberî êrîşên Bagdayê bang li gelê Şengalê kir. Li ser banga MXDŞ’ê duh hemû gelê Şengalê ji bo parastina deskeftiyên xwe û li gel asayişa xwe cîh bigirin ber bi navenda Şengalê ve ketin rê. Ji saetên serê sibê ve ji navçeyên Sunîn, Xanesor û gundên derdorê welatî herikîn navenda bajêr. Asayişa Çita ya dikeve aliyê derketina ji Til Ezêr derket pêşiya welatiyan û xwestub ber bi navenda Şengalê ve çuyîna wan asteng bikin. Welatiyan helwesta asayişê pirotesto kirin û di cihê xwe de çalakiya runiştinê dan despêkirin.
Bi berxwedanê barikat hatin rakirin
Di encama berxwedana jinên Êzidî û ciwanan de asayişê rê vekir û destur da derbasbûnê. Di rageşiyên qewimî de jina bi navê Nadya ji serê xwe birîndarbû. Welatiyan bi berxwedanê barîkat rakirin û gihan navenda Şengalê. Welatiyên li navenda Şengalê kombûn bi diruşma “Em hemû asayişin” heta ber Asayişa Êzidîxanê ya Devereya Qabeleya meşiyan. Hikumeta Îraqê hêzek mezin şand aliyê derketina Şengalê ji bo meşê asteng bikin. Welatî li gel hemû tundiyan jî bi biriyardariyek mezin meşiya.
Daxwazên gel ji berpirsiyaran re hat ragihandin
Li ser daxwaza hikumeta Îraqê hevdîtinan despêkir. Ji ber hevdîtinên du roj berê despêkirî encam negirtibû çalakiya kon di roja 100’an de dom dike. Dema ku îro welatî bi biriyardariyek mezin meşiyan carekdin ji hikumetê daxwza hevdîtinê hat. Nûnerê karê derve yê rêveberiya xweser a Şengalê Xebat Herbo, berdevka TAJE’ê Neam Bdel, mezinên civakê û nûnerên bawermendan jî di navê de heyetek çun bi berpirsên Îraqê re hevdîtin kirin. Heyeta ku çuyî hevdîtinê daxwazên welatiyan weke dosyayekê pêşkêş kirin. Li ser daxwazên ku di dosyê de hatibûn nivîsîn heyetek Îraqê hat bi welatiyan re hevdîtin kir û di hevdîtinê de hinek zelalî çêbû.
“Çek dan zigê me”
Endama Partiya Azad û Demoktarik a Êzidiyan (PADE) Nafya Meşu tiştên duh di meşa li hemberî nêzîkatiya hikumeta Îraqê ya valakirina Asayişa Êzidîxanê û di cihê wê de bicîhkirina leşkerên xwe hatin jiyîn nirxandin kir û got: “Ji bo piştevaniya sayişa xwe em ketin rê. Dema ku em dîtin bi wesayitên zirxî daketin pêşiya me. Çek dan zikê me jinan. Xefikên elektirîkê danîn ser rêyan, ji bo dema wesayît derbasbibe lê biqelibe. Ji xwe re dibêjin em Îraqîne, lê tiştên ku dikin eleqeya wan bi Îraqê re nîne. Tu ferqa hêza ku îro derket pêşiya me ji DAIŞ’ê nîne.”
“Carekdin dê qet nebe …”
Nafya bi gotina: “Emê van tiştên ser me ferz dikin nepejirînin” axaftina xwe wiha domand: “Bêguman me jinan li hemberî wan li ber xwe da. Em tenê yek jî bimînin emê asayişa xwe biparêzin.” Nafya bi binhişiya derbasbûyî re axaftina xwe domand û bibîrxist ku sala 2014’an dema DAIŞ’ê êrîşî wan kirî hikumeta Îraqê çawan ew bê parastin hêlan û çawan Şengalê terikandin. Nafya bilêv kir ku ewê êdî serê xwe li ber kesê nedanin û wiha dom kir: “Em parastina xwe di insafa wan de nahêlin. Tişta ku li me kirine ji derveyî ehlaqê mirovahiyê ye. Bese êdî em zilmê napejirînin.”
“Em ji berxwedanê gav pajde navêjin”
Nafya da zanîn ku sê mehe çalakiya wan a konê rumetê ya piştevaniya asayişa wan berdewam dike û wiha pêde çu: “Ger ji hevdîtinan tiştek dernekeve emê sê mehên dinê jî bidomînin û çalakiyên cuda bikin, lê emê ji berxwedanê gav paşde navêjin. Ger ew asayişa me nepejirîne, emê jî wana qebûlnekin. Heta ku hikumeta Îraqê hebûna me nepejirîne weke jin emê di konê rumetê de çalakiya xwe bidomînin. Em dikarin her roj dakevin kolanan û xwepêşandan bikin. Kes nikare mafê me yê xwepêşandanê ji me bigire.”