Çawişê pispor ê biryara dûrxistinê nasnekir hewil da Ezgî Y. birevîne

Li navçeya Fatsa ya girêdayî Orduyê çawişê pispor Ayhan Y. ê ku biryara dûrxistinê li ser heye hewilda Ezgî Y. a ku di pêwajoya hevberdanê de ye birevîne.

Navenda Nûçeyan- Li navçeya Fatsa a girêdayî Ordu yê çawişê pispor Ayhan Y. ê ku biryara dûrxistinê li ser heye hewilda Ezgî Y. a ku di pêwajoya hevberdanê de ye birevîne. Dema kesên ku bûn şahîdê bûyerê bertek nîşan dan, Ayhan Y. gule berda hawayê û rewiya.

Piştî bûyerê erebeya Ayhan Y. li taxa Salîhliyê ya li ser rêya Fatsa-Kumru yê bi şeklekî qeza kirî hat dîtin. Ayhan Y. hat binçavkirin.

Hat diyarkirin ku ji ber gilîkirina Ezgî Y. a ku di pêwajoya hevberdanê de ye ev saleke biryara dûrxistinê li ser çawişê pispor heye.