Çawişê pispor destdirêjiyê li jinekê kir

K.K. ê ku xwe wekî çawişê pispor û parêzvanê qeymeqamtiyê xwe da nasîn, tecawizî jina bi navê M.M. kir.

Riha – K.K ê ku li navçeya Pirsûs a Rihayê xwe wekî çawişê pispor û parêzvanê qeymeqamtiyê da nasîn, tecawizî jina bi navê M.M. (29) kiriye. Bûyera ku nêzî 2 meh berê qewimî, piştî M.M.'yê gilî kir, derket holê.

M.M.'yê daxuyand ku kiryar K.K. ê ku tecawizî wê kiriye çawişê pispor ê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Pirsûsê ye.