'Çareseriya pirsgirêkê guftûgo û muzakere ye’

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan a diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê tecrîda li Îmraliyê kûrtir dike û civak bi polîtîkayên tecrîdê tê birêvebirin, wiha got: “Çareseriya pirsgirêkê guftûgo û muzakere ye."

Enqere - Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo dawî anîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo pêkhatina hevdîtinê cara 31’emîn li bexçeya Meclîsê nobet girtin.

Parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Kemal Pekoz, Muazzez Orhan, Şevîn Coşkun, Abdullah Koç, Kemal Bulbul, Serpîl Kemalbay, Saît Dede, Hasan Ozguneş, Ayşe Surucu û Nûran Îmîr tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan balkişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin şert û mercên giran ên tecrîde dijî û da zanîn ku tecrîd bi kûrbûyinê didome. Muazzez Orhan wiha axivî: “Bi milyonan kes dibêjin ‘Birêz Ocalan îradeya min a siyasî ye.’ Lê binêrin, di sala 2005’an de 3 milyon û 243 hezar kesan û di sala 2012’an de jî 10 milyon û 328 hezar kesan îmza dan û gotin ku birêz Ocalan îradeya min a siyasî ye. Ev îmze ji TBMM, AYM, CPT û DMME’yê re hatin şandin. Salek piştre jî li welêt pêvajoya aştiyê dest pê kir. Di wê pêvajoyê de kesek nemir, dayik negiriyan û ciwan nemirin. Lê îktîdara heyî di mijara pirsgirêka kurd de dîsa serî li polîtîkaya înkar û tunekirinê da ku bi sedan salan e didome. Bi vê sedemê jî di serî de li Îmraliyê, li tevahiya girtîgeh û civakên Tirkiyeyê tecrîdê ferz dike.” 

‘Dê dawiyê li ser maseya muzakereyê bê rûniştin’

Muazzez Orhan diyar kir ku berdala polîtîkaya şer ên hikûmetê gelên Tirkiyeyê dide û wiha got:

“Israra di tecrîd û şer de heye. Ev yek çareserî nîne. Dê îktîdar nekare çareseriyê pêş bixe. Lewma jî em li vê derê bang li hemû gelên Tirkiyeyê, li kedkar û jinan dikin. Tecrîd bandorê li jiyana me dike. Îktîdar hewl dide gel neçarî xizantî, birçîtî û koletiyê bike. Her kesên ku li dijî vê derdikevin jî rastî zextan tên û hewl didin bêdeng bikin. Di nava 2 salên dawî de 141 cenaze ji girtîgehan derketin. 600 jê giran bi giştî zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexweş hene. Girtî ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin, ketine greva birçîbûnê. Ji bo ku bibin dengê wan, ev 31 roj in em li vê derê hewl didin balê bikişînin ser bandora polîtîkaya tecrîdê. Bi polîtîkaya tecrîd, şer, înkar û tunekirinê hûn dê nekarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Çareserî, guftûgo û muzakere ne. Di dawiya dawî de dê li ser maseya muzakereyê bê rûniştin. Divê hêj nebûye dereng ev pêvajo dest pê bike û tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ew e ku xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û heta ev tecrîd bi dawî dibe jî dê têkoşîna me bidome.”