‘Çareseriya pirsgirêkan fikr û felsefeya Rêber Apo ye’

Komxebata li ser ‘Têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ a li Şengalê tê lidarxistin didome. Jinên di komxebatê de axivîn bal kişandins er qeyrana ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn û gotin: “Çareseriya pirsgirêkan fikr û felsefeya Rêber Apo ye.”

Şengal – Komxebata ku bi sernavê, ‘Li hember krîza dewlet û desthilatdariyê, têkoşîna azadî û tifaqa gelan’ li navenda Şengalê tê lidarxistin, bi niqaşan didome.  

Di beşa duyemîn a komxebatê de jî di netewa demokratîk de rola jin hat niqaşkirin.

‘Çareseriya pirsgirêkan fikrên Rêber Apo ye’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê li ser civaka êzidî û hemû gelên bindest e û ev nirxandin kir: “Fikir û felsefeya Rêber Apo netewa demokratik e. Netewa demokratik gelek pêkateyên cuda, çand, ziman, ol û bawerî di nav xwe de dihewîne û gel dikarin pêkve bijîn. Li niha rastiya Iraqê û dewletên Rojhilata Navîn çawa ne. Her çiqas bejin em demokratik in jî lê di rastiya xwe de netew dewlet in. Ji ber vê yekê di van dewletan de qewm, ol û baweriyên bi desthilatê re tenê li pêş in. Di dema Sedam Hisên de kî serwer bû sûnî serwer bûn niha kî serwer e şîa serwer in. Hikûmet di destê kî de be ew serwer e. Ev dibe sedema ku pirsgirêk derkevin. Yekemîn sedema ku Rêbertî bê girtin ew e ku fikrên wî ji pirsgirêkên heyî re dibû çareserî ji ber vê yekê. Îro çareseriya netew dewlet çi ye, netewa demokratik e.

‘Çareserî Rêber Apo ye’

Em bala xwe bidin bi dîlgirtina Rêber Apo re gelek guhertin li Rojhilata Navîn çêbû. Tu hêza ku dewleta tirk a Rêber Apo dîl bigire tune bû. Kî Rêber Apo dîl girt û radestî Tirkiyeyê kir? Hêzên navneteweyî bûn. Sedema neçareserbûna pirsgirêka Rojhilata Navîn dîlgirtina Rêber Apo ye. Dîlgirtina Rêber Apo şerên heyî hîn kûrtir kir.  Niha 25 sal in Rêber Apo dîlgirti ye, hema hema bêje ji sala 2015’an ve jî hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye çêkirin. Ev jî dihêle ku krîza li Rojhilata Navîn her û her dijwartir û kûrtir bibe. Ev pirsgirêkên heyî jî derveyî fikir û felsefeya Rêber Apo jî nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê komploya li ser Rêber Apo li ser însanetiyê ye. Ji ber vê yekê fermana kul i ser sere me rabû ji komploya li dijî Serok ne qût e, divê ev bê zanîn.”

‘Rêber Apo li dijî sîstema netewa dewlet derket’

Hevseroka Rêveberiya Meclisa Xweser a Şengalê Cîhan Celo jî da zanîn ku 26 sal li ser dîlgirtina Rêber Apo derbas bûye û wiha got: “Divê di komxebatê de rastiya komploya li ser Rêber Apo were niqaşkirin. Rêber Apo ji ber li dijî sîstema netewa dewlet derket hat dîlgirtin. Ji aliyê din ve Şengal piştî fermanê xwe li ser netewa demokratik bi rêxistin kir. Ji ber di pergala rêveberiya xweser de her netew û ol û bawerî bi hev re dijiyan û xwe bi rêvedibirin li dijî Şengalê peymana 9’ê Cotmehê hat mohrkirin.”

 ‘Xewn û xeyala jinan azadiya Rêber Apo ye’

Endama Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Ferîde Şengalî jî ev tişt anî ziman: “Bi hezaran salan jin di pergala heyî de hatibû fetisandin, hatibû bêdengkirin û bê îradekirin. Azadiya jin bi netewa demokratik pêkan e. Rêber Apo her tim dibêje divê jin azad be, bibe ya xwe, bibe ya welatê xwe û xwe ji zilm û koletiyê xilas bike. Pêwist e em bi têkoşîna xwe Rêber Apo xwe bi fîzîkî azad bikin. Xewn û xeyalê me ya jinan ev e. Bi felsefeya Rêber Apo bûye leşker ji Şengal heta Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û hê jî dike. Ji ber vê yekê divê em bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ku li hemû cîhanê belav bûye Rêberê xwe bi awayekî fîzîkî azad bikin.”

Komxebat dê bi encamnameyê bidawî bibe.