“Çareseriya penaberên konê wan şewitîne vegera ser axa xwe ye”
Endamên TAJÊ’ê girêdayî agirê duh li Kampa Şerya ya girêdayî Dihokê derketî gotin: “Tiştên li kampan çêdibin bi zanebûn dibin. Çawan dibe kampek berê şewat lê çêbûbe mirov agirkujan lê bi cîh neke. Ên rê dan fermanê li bendê nebin we biparêzin. Rê û çareyekê bibînin vegerin ser axa xwe emê bi hev re Êzidîxanê vegerînin weke berê.”
VİYAN SEÎT
Şengal - Duh li Kampa Şarya ya ser bi bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ku 12 hezar penaberên Êzidiyên ji ber fermana 3’ê yê Tebaxa 2014’an reviyane lê dimîne ket û 400 kon şewitîn. Di şewatê de Hewar û qêrîna jinên nava kampê digiha esmanan lê kes bi hewara wan de nediçu û şewat her diçu gur dibû. Di nava agir de 6 welatî birîndarbûn û 184 malbat konê wan şewitîn û li derve man. Di derbarê mijarê de jinên Êzidi yên li piştî fermanê li axa xwe vegeriyane û ji nû ve jiyanê avadikin axivîn. Jinên Şengalê dibêjin ku tiştên li wan kampan diqewimin ji xwekûştinê bigire heya şewatê tev bi zanebûn tên kirn û ev kiryarên Hikumeta Başurê Kurdistanê tev berdewamiya fermana 74’an ne.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Şemê Remo ji bo kêliyên despêkê dema li ber tv yê runiştî çavê wê bi şewata kampê ketî got: “Dema çavê me bi şewata kampê ket agir bi dilê me ket. Weke fermanê ji me re zor hat ew qêrîna û hewara wan jinên digotin; ‘heware! bi me ve werin…’ Weke fermanê ji bo me zor hat ev şewat.
“Heta çadir hemû bûn xwelî kes bi hewara wan ve neçu”
Şemê da zanîn ku ev şewat û bûyerên wiha li ser penaberên Êzidî bi zanebûn tên kirin û wiha domand: “Tiştên li kampan çêdibin bi zanebûn dibin. Çawan dibe kampek berê şewat lê çêbûbe mirov agirkujan lê bi cîh neke. Me di medyayê de şopan penaber di nava pêtkên agir de hewar dikin ji bo bi wan ve biçin lê heya çadir tev nebûn xwelî kes bi hewara wan ve neçûn. Ev bi zanebûn tê kirin, diyar û li ber çavane çawan xemsar nêzî wan dibin.”
Şemê bilêv kir ku ger li cihê penaberên Êzidî malbatên DAIŞ’ê bana dê zu bi wan ve çuban û nedihêla şewat wiha mezin bibe û wiha dom kir: “Ger kampeke DAIŞ’ê ba wê bi hewara wan ve çûban û nedihêla ziyanê bibîne. Ji ber gelê Êzidiye ev 7 sale di nava hejariyê de dijîn û ser de jî her cara xwe hinek kom dikin agir bi çadirên wan dixin. Gelek caran bi mal re can jî diçe. Ger wiha dewam bike dê rewşa penaberên li kampan dimînin xeraptir bibe.”
“Berpirsên Êzidiyan ên li kampan ji ber berjewendiyên xwe bêdengin dimîne”
Şemê xemsariya berpirsên Êzidiyan ên li wan kampan dimînin û ji ber berjewendiyên xwe yên kesanî dengê xwe nakin jî got: “Ji şeref û namûsa berpirsên Êzidiyan ên li wê kampê dimînin re eyîbe bila bes berjewendiyên xwe yên kesanî bixin pêşiya yên welatiyên xwe. Ger 400 çadirên Êzidiyan şewitîne divê ji vê encam derxin û li wê nemînin, bila vegerin ser axa xwe. Malbatên DAIŞ’ê tînin ser axa me bi cîh dikin, lê nahêlin welatiyên me bi xwe yên penaberên agir bi çadirên wan ketî li axa xwe vegerin. Dora wan têl kirine, nahêlin kes ji nava kampê derkevin. Li hemberî vê zilma li ser penaberan tê kirin ji ber berjewendiyên xwe yên kesanî bêdeng dimîne.”
“Ez bang li penaberan dikim vegerin ser axa xwe”
Şemê bang li penaberên Êzidî kir ku li warê xwe Êzidîxanê vegerin û wiha pêde çu: “Em bang li hemû Êzidiyên li wan kampan dimînin dikin, bila li axa xwe vegerîn. Em ê pariyê nanê zarokê xwe ji wan bikin û bi hev re par bikin, em ê wan xwedî bikin. Dizanim desturê nadin penaber vegerin ser axa xwe. Bila êdî her kes şiyar be û lîstokên li ser me û axa me tên kirin bibînin û li hemberî wan xwedî helwest bin. Ên axa Başûrê Kurdistanê firotine Tirkan û li hemberî talana axa xwe bêdeng mane dê çî li koçberan xwedî derkeve. Ez hêviyê ji wan ên ku agir bi çadirên wan ketî dikim bila birevin bi şêweyekê xwe ji destê wan xelas bikin û bên li axa xwe vegerin. Çawan 3’ê Tebaxa 2014’an em pê xas ji malê derketin me bi zorê canê xwe xelas kir, ew jî bi heman şêweyî xwe ji destê wan xilas bikin û bên ser axa xwe.
“Ên rê dan fermanê li bendê nebin we biparêze ”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Niam Emer jî xemginiya xwe wiha anî ziman: “Em bi wê şewata derketî xemgînbûn û me dît kes li wan xwedî derneket û bi hewara wan de neçû. Divê êdî ji wê zoriya li wan kempan dibînin re bêjin bese û vegerin ser axa xwe, ji derveyî wê çare nîne. Divê mezinên Êzidiyan ên ji ber berjewendiyên xwe li wan kampan bêdeng dimîne rê li hatina penaberan a ser axa wan negire. Bi xwe nayên bila li pêşiya penaberan jî nebin rêgir. Ji bo ku penaber carekdin vegerin ser axa xwe Êzidîxanê çî ji destê wan tê bikin. Ev ne cara yekê û ne ya dawî ye agir bi kampa wan dixin. Ên rê li pêşiya fermanê vekirin dê çawan we biparêzin, hun li benda çî ne venagerin ser axa xwe. Em hêvî dikin her kes vegere ser axa xwe.”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ciwana binavê Caklîn Hisên jî bag li gelê kampan kir ku xwe bêçare nekin û ji bo çare ditinê berê xwe bidin Şengalê.