“Çareseriya aloziya Sûriyeyê li hindire ne li derve ye”
Berdevka meclisa jin a PYD’ê Hêvîn Silêman der barê êrîş û gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: “Bi riya şerê teybet û regihandinê xwest vîna gel bişkîne, serdana dewleta tirk ya ku ji bo axa Sûriyeyê dagir bike bû, vala hat derxistin. Çareseriya aloziya Sûriyeyê li ser axa Sûriyeyê ye ne li derve ye, tenê xeta berxwedaniyê ji êrîşan re wê bibe bersiv.”
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Di van demên dawî de êrîş û gefên dewleta tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin û hewl dide êrîşên nû li ser vê axê pêk bîne. Li ser tora medyayên civakî dewleta tirk propaganda bi awayekî pir xerab dide meşandin ji bo ku vîna gel lawaz bike. Di heman demê de ji bo bo vê yekê serdana Romayê kir lê serdana wî vala hat derxistin. Beriya demekê dewleta tirk bi balafirên bê mirov kesên sivîl hedef digirt li Kobanê. Hewldana dewleta tirk nîşan dide ku ew dixwaze rewşeke tevlihev û ne aram li herêmê çêbike. Dewleta tirk çekên herî giran û qedexekirî bi kar tîne û hewldana tunekirina hêzên Kurd dike. Li hemberî vê yeke jî gelên Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê şiyar in û bi axa xwe ve girêdayî ne û mil bi mil li kêleka şervanên xwe ne û bertekên wan li hemberî van êrîşan berxwedan û hevgirtin e. Têkildarî mijarê berdevka meclisa jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hêvîn Silêman nirxandinên giring kir.
“Bi riya şerê taybet û regihandinê xwest vîna gel bişkîne”
Hêvîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta tirk li ser herêmê û got: “Di van demên dawî de dewleta tirk ji nû ve êrîşên xwe dibe li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Herî zêde şerê xwe bi riya ragihandinê û şerê teybet pêk tîne. Bi riya ragihandina xwe dixwaze şerek darûnî li hemberî gel bike û vîna gel bişkîne. Siyaseta Erdogan dixwaze ji nû ve dsthilatdariya Osmaniyan belav bike û dagirkeriya osmaniyan li xakên cur be cur belav bike, bi taybetî herêmên li Kurdistanê. Em dibînin çawa heremên Efrîn, Idlib, Serê Kaniyê, Girê Spî, Ezaz, Bab û Cerablûsê, dagir kir û kiryarên xwe yên hovane li wan deran dimeşîne. Her cihek dema dewleta tirk lingên xwe davêje wir ji bilî tunekirin, xirabûn, qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê pê ve tiştekî din bi xwe re nayne. Dewleta tirk dixwaze herêmên din di Sûriyeyê de dagir bike bi hinceta parastina sînorê xwe û avakirina herêmên bi ewle lê ne wisa ye. Ji bo ku kiryarên xwe yên qirêj li hin deverên nû pêk bîne vê yekê dike. Niha dewleta tirk rojane êrîşê herêma Şehba, Eyn Îsayê dike, topbaran dike û gelek komkujî li ser sivîlan pêk tîne. Dewleta tirk li hundirê xwe kîrîzek aborî civakî dijî. Dixwaze krîza ku dijî li erdnîgariyên din jî belav bike. Dewleta tirk a faşîst her tim dixwaze êrîşê herêmên rewa bike.”
“Serdanên dewleta tirk ên ji bo piştevaniya dagirkeriyê encam negirtin”
Di berdewamiya axaftina xwe de Hêvîn diyar kir ku ji bo dewleta tirk çiraya kes ji dewletên din bibîne li gelek welatan geriyaye û wiha pê de çû: “Li çiyayên Kurdistanê jî li hemberî gerîlayan şer dike û çekên kîmyewî û balafiran bi kar tîne lê mixabin li hemberî vê yekê raya giştî bêdeng e. Ev dewletên ku di nava Sûriyeyê de ne, mîna Rûsya û Amerîka tenê li gorî berjewendiyên xwe kar dikin tu carî li ser ceranûsa gel û pêşeroja wan nahizirin. Ji ber ku dewletek tirk cihê xwe di NATOy’ê de digre, dewletên din li hemberî kiryarên wî bêdeng dimînin ew jî tê wateya destekdayîna wan ji dagirkeriya wî re lê bi awayekî veşartî ne eşkere. Bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe li Efganistanê êrîş pêk tîne û daxwaza dagirkirinê dike. Erdogan li pir deveran geriya, derbasî Amerîka, Rûsya û Fransayê bû, bi hemû serokên wan dewletan re civiya, di heman demê de di van rojên dawî de çû Romayê bi serokê Amerîkayê re civiya ji bo êrîşek nû li ser axa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Lê hat diyarkirin ku plansaziyên wî yên dihizirî bi ser neket û tu encam ji van hevdîtinan negirt û tu çira kesk ji tu dewletan nebir. Erdogan di hundirê xwe de şerekî dijî ji ber ku ev çeteyên di herêmên dagirkirî de bûne barek giran li ser milên wî. Dixwaze hin herêmên çeteyan berdel bike û ji ber ve axa rojavayê Kurdistanê bibe lê Sûriye vê tiştî qebûl nake.
“Çareserî li hundir e ne li derve ye”
Di axaftina xwe de Hêvîn diyar kir ku rewşa Sûriyeyê ne ew rewşa ku careke din şer ji nû ve tê de were qewimandin ji ber ku Sûriye aloziyek mezin dijî û wiha bi lêv kir: “Ev bû deh sal şer li Sûriyeyê bi hemû cureyên xwe berdewam dike niha jî dewleta tirk bi van gefên xwe û êrîşên xwe hewldana pêkanîna hemleyek nû dike da ku careke din koçberî çêbibe û aramî têk biçe. Her wiha bi van êrîşan dixwazin ewlehî û hevgirtina gelan têk bibin. Rewşa Sûriyeyê ne ew rewşa ku careke din şer ji nû ve tê de were qewimandin e ji ber ku Sûriye aloziyek dijî. Divê diyaloga Sûriyeyê bi destên Sûriyetê were çêkirin çareseriya pirgirêkê divê bi destên gelên Sûriyeyê be divê hemû alî di hundirê Sûriyeyê de li hev bicivin û çareseriyek bi hev re bibînin û li gorî berjewendiyêm gel ne li gorî berjewandiyên dewletan tevbigerin. Ji ber ku çareseriya aloziya Sûriyiyê li ser axa Sûriyeyê ye ne li Cinêv û paytextên derve ye. Em dibînin çiqas dewletên derve li hev civiyan ji bo careserkirina pirgirêka Sûriyeyê lê tu encam nedihat girtin berevajî wê her diçû rewş ber bi têkçûnê ve diçû.
“Tenê xeta berxwedanê dikare ji êrîşan re bibe bersiv”
Bi van gotinan Hêvîn dawî li axaftina xwe anî: “Dema ku şerek nû li ser axa me çêbibe gel û şervanên me amade ne bibin bersiv ji van êrîşan re. Tenê xeta berxwedanê ji êrîşan re wê bibe bersiv. Em dibînin di van demên dawî de dewleta tirk a dagirker bi riya balafirên bê mirov endamên rêveberiyên rêveberiya xweser û sivîlan hedef digre. Ev tişt jî lawazbûna dewleta tirk nîşan didin heya niha ji ber vê siyaseta xwe têk çûye. Ji ber ku nikare xewn û xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne. Di encamê de tevliheviyan li herêmê çêdike. Dewleta tirk her tim dixwaze jiyana hevbeş a li herêmê ji xwe re hedef bigre. mînak Kurd, Ereb, hwd. û van komçeteyên ku hîştine aloziya Sûriyeyê 10 salan berdewam bike li gorî berjewandiya xwe bi kar tîne. Em wek meclisa jin a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) gelê xwe perwerde dikin û amadekariya me jî ji bo şereke wisa heye. Em bi hêza xwe bawer in û bi berxwedaniya gel û rihê şoreşgerî tevdigerin.”