‘Çapemeniya azad tu carî bêdeng nebû dê nebe jî’

Rojnameger Bêrîvan Çiya û endama Meclisa Xweser a Xanesorê Henîfe Şalar êrîşa li ser çapemeniya azad a li Belçîkayê şermezar kirin û gotin ku çapemeniya azad tu carî bêdeng nebûye ji îro pê ve jî bêdeng nabe.

Şengal – Polîsên Belçîkayê duh danê sibehê bêyî hincetek nîşan bidin bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV de girtin û dest danîn ser kompîturan. Polîsan ji bo weşana televîzyonê asteng bikin, di serî de kabloyên elektrîk, rejî û kompûterê, hemû kabloyan birîn. Piştî lêgerîn û talankeriya polîsên Belçîkayê, ji her sazî, dezgeh û rêxistinên sivîl bertek hatin nîşandan û peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Ji aliyê din ve bertekên li hemberî êrîşên li ser çapemaniya azad û piştgirî her diçe zêde dibe.

Têkildarî mijarê rojnameger Bêrîvan Çiya û endama meclisa xweser a Xanesora Şengalê Henîf Şalar axivîn û êrîşa li ser çapemeniya azad şermezar kirin.

‘Li dora çapemeniya azad bibin yek’

Rojnameger Bêrîvan Çiya ku di destpêka axaftina xwe de êrîş û zextên li ser çapemeniya azad û rojnamegeran şermezar kir. Bêrîvan Çiya bal kişand ser hatina serokkomarê dewleta Tirk Erdogan a Iraqê û heman rojê êrîşên li ser çapemeniya azad û ev nirxandin kir: “Wekî tê zanîn Erdogan duh hat Iraqê, hevdîtin bi Sûdanî û Barzaniyan re kir. Em hemû dizanin ku di vê hatinê de çi plan hene. Piştî hatina Erdogan duh bi şev li Belçîkayê polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV. Her du kanal jî ji aliyê polîsên Belçîkayê ve di bin navê lêgerînê de hatin talankirin. Ev zextên li ser çapemeniya azad cihê şermê ye. Em hemû dizanin ku dijmin ji bo çi ragihandina azad dike hedef, ragihandina azad ji ber rastiyê dide nîşandan dibe hedef. Dijmin naxwaze rastî û planên ên qirêj bên aşkerakirin. Ji bo vê jî dixwaze bi zextê çapemeniya azad bêdeng û tune bike. Bi çapemeniya azad re dixwaze civakê jî bêdeng bike. Dijmin çi êrîş bike jî dê çapemeniya azad her dem li ser kar be, rastiya dijmin bide xuyakirin û civakê hişyar bike.”

Bêrîvan herî dawî bang li hemû civakên azadîxwaz û derdorên demokrat kir ku li dora çapemeniya azad bibin yek û got ku çapemeniya azad li hemberî êrîşan tu caran bêdeng nebûye û dê nebe jî.

‘Çapemeniya azad tu carî bêdeng namîne’

Endama Meclisa Xweser a Xanesorê Henîf Şalar jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hatina Erdogan a Iraqê kir û diyar kir ku Erdogan ji bo êrîşê Şengalê bike planan dike û wiha got: “Erdogan hat Iraqê lê bes em dizanin ne ji bo qenciyê hatiye. Em ji Erdogan natirsin, ger êrîşê Şengalê bike em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Henîf Şalar di axaftina xwe de bal kişand ku di roja hatin û çûyîna Erdogan a Iraqê de êrîşên li ser ragihandina azad çêbûne û got: “Piştî hatin û çûyîna Erdogan a Iraqê êrîşek li ser ragihandina azad pêk hat. Ragihandina azad ji ber rastiya dijmin dide nîşandan loma êrîş pêk tê. Dijmin naxwaze rastiya civak derkeve holê, naxwaze planên wî yên li hemberî civakan eşkere bibin, ji ber vê zext û êrîşan tîne ser ragihandina azad lê rastî tu carî veşartî namîne, çapemeniya azad tu carî bêdeng namîne û em ê her dem rastiya xwe bi riya ragihandina azad bigihîjînin her derê.”