Çapemeniya Azad li dijî zilmê bi berxwedanê 3’ê Gulanê pêşwazî dike

Seroka Komaleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metîna diyar kir ku ew 3’ê Gulanê ya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi têkoşîna xwe ya li dijî zilmê pêşwazî dikin û got: “Ev êrîş ne tesaduf in. Li dijî têkoşîna heqîqetê êrîşek pergalî heye.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Roja 3’ê Gulanê piştî biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya di sala 1993’an de li tevahiya Cîhanê wek Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Her çiqas azadiya çapemeniyê di Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropayê û li Tirkiyeyê de weke destûra bingehîn ketibe bin temînatê jî tiştên tên jiyîn berovajî vê yekê nîşan didin. Bi taybetî zextên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad roj bi roj zêde dibin. Li gorî rapora Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG), bi 3 rojnamevanên ku di rojên borî de hatin girtin re li Tirkiyeyê hejmara rojnamegerên girtî bû 44.

Ji 44 rojnamegerên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatin girtin 7 jê jin in. Li gorî rapora meha Adarê ya Komaleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê, 2 rojnameger hatin binçavkirin û 3 rojnameger jî rastî muameleya xerab hatin. Her wiha rojnamegerek rastî gefan hat û karê rojnamegerek jî hat astengkirin. Di meha Nîsanê de jî rojnamegerên jin bi gefa binçavkirinê re rû bi rû man û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Esra Solîn Dal, bi hincet nîşandana xebatên xwe yên nûçeyan hat girtin. Rojnamegerên ku di her çalakiyê de dîmen kişandina wan tê astengkirin, rastî gefan tên, tên derbkirin û binçavkirin an jî ji ber nûçeyên ku çêdikin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tên binçavkirin, li Tirkiye û Kurdistanê bi her curê zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Rojnamegerên ku di nava van zextan de 3’ê Gulanê pêşwazî dikin, bal dikşînin ser girîngiya hevgirtinê.

'Rojnameger tên hedefgirtin'

Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, diyar kir ku rojnamegeran 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê bi têkoşîna xwe ya li dijî zilmê pêşwazî dikin û da zanîn rojnamegerî pîşeyek pîroz e. Roza Metîna, da zanîn ku rojnamegerên li pey heqîqetê dimeşin û hewl didin vê heqîqetê ragihînin civakê, ji ber vê têkoşînê di her pêvajoyê de tên hedefgirtin.

Roza Metîna, diyar kir ku hemû hikûmetên li dijî heqîqetê çavên xwe girtine û naxwazin bê bihîstin, destpêkê êrişê rojnamegeran dike û wiha got: “Heta îro hemû kesên li Tirkiyeyê hatin ser hikûmetê ku heta niha li Tirkiyeyê hatine ser desthilatdariyê, di demên tengasî û qeyranê de destpêkê rojnamegeran hedefgirtin. 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ji bo hemû rojnamegeran rojekî gelek girîng e. Rojnamegerên Kurd bi têkoşîna xwe ya li dijî êrîşan vê rojê pêşwazî dikin. Hema bibêje her roj li dijî rojnamegeran polîtîkayek zextê tê meşandin. Di serdegirtinên ku beriya çend rojan li Stenbol û Enqereyê hatin kirin de, hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin. Hevalên me ji ber pîşeya rojnamegerî hatin girtin. Heman rojê li Belçîkayê li dijî qenalên televîzyonê êrîş pêk hat. Di roja rojnamegerên Kurd de pêkhatina van êrîşan ne tesaduf e. Ev polîtîkaya çavtirsandinê bi awayekî pergalî tê meşandin.”

‘Rojnamegerên jin dibin hedefa wan a ewil’

Roza Metîna, diyar kir ku rojnamegerên jin jî di her qadê de rastî zextan tên û wiha got: “Ji bo binpêkirinên dikin neyên dîtin û gendelî dernekevin pêş, destpêkê rojnamegerên jin hedef digrin. Jin di civakê de xwedî roleke pir girîng e, em dizanin ku dema jin xwe bi pêş bixin wê civakê jî bi pêş bixe, dema jin têkoşîna heqîqetê bide wê bandorê li civakê jî bike. Jin ji ber rol û mîsyona xwe ya di rojnamegeriyê de rastî êrîşek bi pergalî tê. Em vê yekê di daxuyaniyek herî rûtîn de jî dimînin. Dîmengirtina jinan tê astengkirin. Dîsa rastî gef û tacizên devkî tên. Îro jî beşa ku di her qadê kolanê de herî zêde jê ditirsin jin e. Ev yek di pîşeya rojnamegerî de jî tê dîtin.”

Em ê her dem li ser piyan bin’

Roza Metîna, destnîşan kir ku li dijî zextan a girîng mezinkirina têkoşîn û hevgirtin e û wiha axivî: “Em ê li dijî van êrîşan xebatên xwe berdewam bikin. Ev êrîş, li dijî heqîqetê ne. AKP-MHP’ê bi êrîşên xwe yên li dijî çapemeniya azad dixwaze peyamek bide gelê Kurd. Em wek jin û çapemeniya azad wê her dem li dijî van êrîşan li ser piyan bin. Ev êrîş ne yekem û ne jî dawî ne. Ev polîtîkayên heyî me natirsînin, berovajî me hê jî zêdetir bihêz dikin. Em li ser karê xwe ne, pênûsa me naşikê.”