Çalakvanên Tûnisî li dijî binpêkirina mafê jinan banga têkoşînê dikin
Çalakvanên jin ên Tûnisî diyar kirin tevî ku serhildanên li Rojhilata Navîn rê li jinan vekir ku rola xwe di tevgera gelêrî de nîşan bidin jî, jin ji bidestxistina mafên xwe bêpar dimînin û li dijî vê yekê banga têkoşînê kirin.
ÎXLAS EL HEMEONÎ
Tûnis – Serhildanên gelan li Rojhilata Navîn rûpelek dîrokî li herêmê nivîsand û bandorek mezin li ser qada civakî û siyasî ya li Tûnis, Lîbya, Mexrîb, Sûriyê û Misirê kir. Ev guhartinên ku çêbûn, li herêmê rewşa jinan jî di nav xwe de dihewand. Di serhildanên bi pêşengiya jinan pêl dan, jinan daxwaza bidestxistina wekheviya siyasî, civakî û guhertina sîstemên ku cihêrengiyê li wan dike, kirin. Çalakvana Hiqûqî Îman Ebd El Zên El Ezrî jî balkişand ser destkeftiyên ku şoreşa gelan bi dest xistiye û rola jinan a di van serkeftinan de û anî ziman ku ruxmê destkeftiyên jinan hê jî atengî li pêşiya jinan heye.
Çalakvan Semah Ebd Ellewî diyar kir ku şoreşa Tûnisê ji bo şoreşên herêmên din bûye mînakek serkeftî û wiha got: “Tûnis bi rêya şoreşa xwe destkeftiyên mezin ji warê azadî û siyasî ve bi destxist. Di encamê de destûreke bingehîn a nû ku rêzê li mafên mirovan û wekheviya zayendî digire, pêk hat. Yasaya hejmar 58 ku parastina jinê ya ji şideta malbatê dike, yek ji destkeftiyên ku şoreşê ava kirî ye. Tevî aloziya aborî ya li herêmê jî, jina Tûnisî cih di hemû qadên jiyan û siyasetê de digire.”
‘Şer û pevçûn bandorê li jiyana welatiyan dike’
Semah Ebd Ellewî bal kişand ser pirsgirêkên siyasî û aborî yên li Misir, Iraq û Sûriyê û destnîşan kir ku ji yên Tûnisê zêdetir bûn. Semah wiha got: “Li Misirê piştî rûxandina sîstema Hûsnu Mubarak guhertinên mezin ên siyasî çêbûn. Lê kêmbûna azadiyên sivîl a di bin rejîma niha de, pirsgirêkek mezin e. Rewş li Îraqê ji ber dewamkirina nakokiyên siyasî û mezhebî hê jî baştir nebûye. Sûriye jî ji ber êş û azarên wê yên bi salan ji pevçûn û şerên navxweyî yên ku bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan dikir, di rewşa xwe ya herî xirab de bû.”
‘Jin di navbera zor û zehmetiyan de ne’
Semah Ebd Ellewî tekez kir ku pirsgirêkên jinên li welatên Ereb dibînin ku ji hev cudatir in. Semah da zanîn ku li Misir û Sûriyê nakokî li ser wergirtina mafan heye, li Lîbyayê û Yemenê sînordarkirina azadiyên kesayetî heye û wiha pê de çû: “Li Lîbyayê jin piştî şoreşê derketin qadan, lê rastî pirsgirêkên mezin ên civakî hatin. Wek kêşeyên girêdayî bidestxisitna mafên wê yên kar û perwerdeyê, her wiha di azadiya tevger û rêwîtiyê de jî gelek astengiyan dibîne. Jin hê jî li gelek welatên Ereban di xebata li rêveberiyan de bi nakokî û zehmetiyan re rûbirû ne. Jin li Sûdanê di bin polîtîkayên hikûmetê yên ku çanda şîdeta li ser jinan xurt dike de ne. Her wiha ev polîtîka destekê didin zêdebûna bûyerên zewaca di temenê biçûk de. Jin û zarok rastî zext û çewisandinê tên.”
‘Li pêşiya azadiya jinan hê jî astengî tên derxistin’
Çalakvana Hiqûqî Îman Ebd El Zên El Ezrî jî balkişand ser destkeftiyên ku serhildanên gelan bi dest xistiye û rola jinan a di van serkeftinan de. Îman jî wiha got: “Li Tûnisê, şoreş bû sedema veguhertineke demokratîk û çêkirina destûrek nû ku mafên mirovan û azadiyê bipêş dixe. Li Misirê di destpêkê de rewş baştir bû. Lê kêşeyên berdewam ên li hember azadiyên giştî, temamkirina meşa ber bi demokrasiyê ve dijwar kir. Tevî ku Lîbya jî guhertinek di sîstema xwe de çêkir, herêm veguherî qada pevçûnan ku ji aramiyê dûr xist. Tevî hewldanên berdewam ên jinên Tûnisî, hin hêzên siyasî li Tûnisê dixebitin ku rola jinan a di jiyana giştî de kêm bikin. Kêşeyên aborî hê jî ji bo gelek jinan ji bo bidestxistina daxwazên xwe, astengiyek mezin e.”
‘Şoreşa Tûnisê destkeftiyên mezin bidest xist’
Reca Kedosî ku di şoreşa Tûnisê de cih girtibû destkeftiyên ku Tûnisê piştî serhildanê bi dest xistibû anî ziman û got: “Şoreşa Tûnisê jiyana gel a ji bo bidestxistina guhertinên rasteqîn nîşan da. Di şoreşê de dirûşma Xebat, Azadî, Rûmet û Edaleta Civakî hat bilindkirin. Ev slogan ne tenê gotin bûn, ronîkirina pêwîstiyên rast ên welatiyan bû jî. Aboriya Tûnisê hê jî ji ber pirsgirêkên bingehîn dikişîne. Her wiha di van salên dawî de temsîliyeta jinan a siyasî jî kêm bûye, bi taybetî di encûmenên meclîsan de ku ew jî bi kêşeyên siyasî yên hundirîn ve girêdayî ye.”
‘Jin li welatên Ereban hê jî ji mafên xwe bê par in’
Reca Kedosî di nav gotinên xwe de rewşa jinan a li welatên Ereban ku jin rûbirû dimînin eşkere kir û wiha got: “Jin li van welatan rastî zext û çewisandinê tên. Piraniya wan di stargehan de dijîn û tu rê ji bo bidestxistina mafên xwe yên bingehîn nabînin. Ew ji bilî binpêkirina mafên wê yên perwerdehî û civakî, bû qurbaniya tundiya zayendî û destdirêjiyê jî. Jin li herêmên ku ji ber şer û pevçûnan astengiyan dibînin, yên wek Yemen û Sûriyê ne tenê ji ber windakirina mafên xwe yên bingehîn, di heman demê de ji hebûna ewlehiyê jî bê par mane. Divê teşwîqkirina projeyên hêzdarkirin û perwerdekirina jinan û vekirina qadên nû yên ji bo rûbirûbûna pirsgirêkên civakê, hebe.”