Çalakvanên Mexmûrê: Çi dibe bila bibe em dev ji têkoşîna xwe bernadin

Çalakvanên jin ên wargeha Mexmûrê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne, wiha gotin: “Em ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Çi dibe bila bibe em dev ji têkoşîna xwe bernadin.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 43 meh in bi tu awayî tu agahî jê nayên girtin. Hemû serlêdanên ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ji aliyê malbat û parêzeran ve tên kirin, bêbersiv hatin hiştin an jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” ya tên redkirin. Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di 20’ê Tîrmeha sala 2023’an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya nobetê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 460’emîn de bênavber didome.

Jinên ku beşdarî çalakiya nobetê ya zêdetirê saleke li wargehê didome bûn, der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji ajansa me re axivî.

‘Tu caran nikarin me û Rêber Apo ji hev qut bikin’

Dayika bi navê Hewê Kar, diyar kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û wiha axivî: “Ev 25 sal in Rêbertî li girtîgeha îmraliyê di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û ev 4 sal in bi tu awayî hevdîtin pêk nayê. Ev salek zêdetir e çalakiya nobetê ya li wargehê hatiye destpêkirin didome. Rêber Apo ji bo tevahî jinan hêzek mezin da. Dijmîn dixwaze Rêber Apo û gel ji hev qut bike. Lê tu caran nikarin me û Rêber Apo ji hev qut bikin. Divê em wek jin her kêlî li ser piya bin û Rêbertî azad bikin.”

Heta ku Rêber Apo azad nebe, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin’

Zelîxa Şirnexî, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo dimeşînin û bi vê yekî re li Rojhilata Navîn şerekî mezin dimeşînin. Hemû bi hev re girêdayî ye. Heta ku Rêber Apo azad nebe, pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin. Ev nêzî 4 sal in bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin û hevdîtina malbat û parêzaran pêk nayê. Bi taybetî dayik divê em wek gelê Kurd li dijî tecrîd û êrişan rabin ser piyan.”

‘Em ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin’

Zelîxa Şirnexî, bang li tevahî gelê Kurd kir û got: “Dewleta Tirk û PDK’ê dixwaze gelê Kurd tûne bike. Kesên ku dibin dengê azadiyê binçavdikin, digrin û qetil dikin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin bila rabin ser piyan û têkoşîna xwe mezintir bikin. Em ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”

‘Rêber Apo hêz da jinan’

Zemê Denîz jî diyar kir ku wek jin û dayik deyndarê rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha got: “Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe gelê Kurd birêxistin kir. Lewma tecrîda li ser Rêber Apo girantir dikin. Di şexsê Rêber Apo de tevahî gel tecrîd dikin. Rojane gelê Kurd û bi taybetî jin rastî êrişan tên. Rêber Apo hêz da jinan. Em wek dayik deydarê Rêber Apo ne. Em ê wek gelê Kurd tu caran dev jî doza xwe bernadin.”

‘Çi dibe bila bibe emê dev ji têkoşîna xwe bernadin’

Zemê Denîz, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev saleke zêdetirê çalakiya nobetê didome. Em ê heta misogerkirina azadiya fîzîkî têbikoşîn. Em tu awayî ji dijmîn natirsin. Çi dibe bila bibe emê dev ji têkoşîna xwe bernadin.”