Çalakvanên mafên mirovan: Pasdarên Şoreşê zarokan di pevçûnan de bikar tînin
Komek ji çalakvanên mafên mirovan li Îranê hişyarî dan ku tevî ragihandina agirbestê jî, Pasdarên Şoreşa Îranê hê jî zarokan di dema pevçûnan de di çalakiyên ewlehî û piştgiriyê de bi kar tînin.
Navenda Nûçeyan – Duh komek çalakvanên mafên mirovan li Îranê daxuyaniyek weşandin û hişyarî dan. Çalakvanan got ku Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) temenê leşkeriya neçarî daxistiye 12 salî û di dema pevçûnan de zarokan di çalakiyên ewlehî û piştgiriyê de bikar tîne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zarokên biçûk ji bo li xalên kontrolê, di dewriyeyên ewlehiyê de, di rolên lojîstîkî de, di piştgiriya bijîşkî de û heta zincîrên mirovî ji bo parastina binesaziyê ji êrîşên hewayî ava bikin, tên teşwîqkirin.
Zarok di nava şerê çekdarî de cih digrin
Li gorî van çalakvanan tevî ragihandina agirbestê, delîlên meydanî û wêneyên hatine weşandin, nîşan didin ku zarok li xalên kontrolê yên li bajarên wek Tehran, Kerec, Meşhed, Îsfehan, Ehwaz û Şîrazê hê jî hene.
Rapor piştrast dike ku leşkerkirina zarokan bi piranî ne li ser bingeha motîvasyonên darayî ye, ji hêla hawîrdora civakî, malbatî û propagandaya îdeolojîk ve tê bandorkirin û Muhafizên şoreşê ji van mercan sûd digirin da ku temenê leşkerkirinê kêm bikin.
Hişyariya ji bo leşkerkirina zarokan
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF berê, bi îşareta kampanyayên organîze yên li Îranê ji bo bikaranîna zarokan di çalakiyên leşkerî de, bang li rayedarên Îranî kiribû. UNICEF’ê xwestibû ku ji her cure leşkerkirina zarokan dûr bisekinin.
Kesek di bin 18 salî de nikare beşdarî şerê çekdarî bibe
Li gorî qanûna navneteweyî, beşdarbûna kesên di bin 18 salî de di çalakiyên têkildarî şerê çekdarî de, cureyek zorê ye. Ji ber ku zarok ne xwedî şiyana dayîna biryarên azad û agahdar in û di bin bandor û zextê de ne. Her wiha bikaranîna kesên di bin 15 salî de ya di şerê çekdarî de, li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî wek sûcê şer tê hesibandin.
Bandorên şer ên li ser zarokan
Şêwirmenda yasayî ya vê komê Jennifer Cant got: “Têkiliya zarokan bi komên çekdar re, encamên kûr û mayînde derdixe holê. Di nav de xetera birîndarbûnê, seqetbûna demdirêj, zirara psîkolojîk û windakirina zarokatiyê hene.”
Komê berê ragihandibû ku hêzên girêdayî Pasvanên Şoreşê, zarokên koçberên Efganî ku hin ji wan bi temenê 14 salî ne, ji bo beşdarbûna di pevçûnên li Sûriyeyê de, beramberî teşwîqên wek destûrên rûniştinê bi kar anîne.
Di heman çarçoveyê de çalakvanên mafên mirovan destnîşan kirin ku kuştina zarokê bi navê Elî Reza Caferî yê 11 salî mînakek rasterast a encamên van kiryaran e. Elî Reza dema ku li xala kontrolê ya Besîcê ya li Tehranê bû, hat kuştin.
Bila hesab ji berpirsyaran bê pirsîn
Koma çalakvanên mafên mirovan li Îranê, bi nîşankirina tomarên bikaranîna zarokan di strukturên leşkerî û paramîlîter de, daxwaza rawestandina tavilê ya van kiryaran û hesabpirsîna berpirsyaran kirin.