Çalakvanek ji girtîgeha Lakan a Îranê hat berdan

Çalakvana sivîl û xwendekara masterê Hemîde Zeraî ku di dema serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de hatibû girtin, hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Çalakvan sivîl û xwendekar mastera rêveberiya aborî Hemîde Zeraî di dema serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ de hatibû girtin, li girtîgeha Lakan a bajarê Reşatê girtîbû hat berdan.

Hemîde Zeraî ragiahandibû ku ger heta roja Şemiyê 8’ê Hezîranê ji girtîgehê neyê berdan, wê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike.

Hemîde Zeraî di 3’ê Mijdara 2022’an de ji ber beşdarî serhildanê bûbû hatibû girtin li bajarê Kerecê piştî 97 rojan bi derketina ‘efuya giştî’ ji girtîgehê derket. Di 29’ê Tîrmeha 2023’an de careke din hat girtin û cezayê salek ê girtîgehê lê hat birîn û ev du sal bûn li girtîgeha Lakan a bajarê Reştê dima. Piştî 9 mehên girtîgehê, meha Adara îsal bi biryara dadgehê hat berdan. Roja 5’ê Hezîranê dadgehê bangî wê kir û kar û barên berdana wê bi dawî bû hat berdan.