Çalakvana Yemenî Asia Almashraqi hêjayî Xelata Nansen hat dîtin

Çalakvana Yemenî Asia Almashraqi xelata Nansen a Navneteweyî ya Alîkariya Penaberan bi dest xist, ev xelat ji bo rêzgirtina ji hewldanên jinan di warê alîkariyên mirovî û başkirina jiyana penaberan de tê dayîn.

Yemen – Asia Almashraqi bi Xelata Navdewletî ya Nansen ji bo herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hat xelatkirin ji ber hewldanên wê yên awarte di alîkarîkirin û piştgirîkirina Yemeniyên jicîhûwarkirî de bi riya xebata xwe weke serok û damezrînerê Rêxistina Pêşketina Berdewam wê gelek proje bi mebesta zêdekirina debara jiyanê û başkirina şert û mercên tenduristî û perwerdeyê ji bo awareyan pêk anîn.

Bi riya rêxistina wê Asia Almashraqi zêdetirî 30 dibistan li deh parêzgehên Yemenê ava kirin da ku perwerdeya bi kalîte ji zarokên bêwar re peyda bike. Her wiha projeyên ji bo bihêzkirina ciwanan di warê aborî de û bilindkirina rol û perwerdeya jinan pêk anîn ku ev yek bû sedem jiyana penaberan baştir bibe û bi rûmet bijîn.

Xelat ji bo jinên Yemenê û rola wan a berbiçav tê dayîn

Ev xelat ji bo  jinên rêzdar ên Yemenî û rola wan a berbiçav di karên sivîl û alîkariyên mirovî de li Yemenê tê dayîn. Xelata Nansen ji bo alîkariya penaberan weke xelateke salane ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji sala 1954’an ve tê dayîn.

Tê plankirin ku Asia Almashraqi û serkeftiyên din di merasîma xelatê de ku dê di 13’ê Kanûnê de li baregeha UNHCR li Cenevreyê were lidarxistin, werin xelatkirin.