Çalakvana Mexrîbî: Xurtkirina jinan gavekî ber bi wekheviyê ye

Çalakvana sivîl Leila Bouho, bi armanca ku jinan di warê aborî, civakî û siyasî de xurt bike komeleya Besma ya xwedîkirina malbatê damezrand.

HANAN HARITE

Mexrib- Çalakvana sivîl Leila Bouho, ji bo zêdekirina hişyariya der barê cihêkariya li ser bingeha regeza civakî ya di asta kesayetî û malbatê de ku ji bo jinên astengdare û di civakê de newekheviya navbera herdu zayendan de xurt dike, komeleya Besma ya malbatê damezrand.

Çalakvana sivîl, têkoşera siyasî û rêvebera komeleya Besma ya malbatê Leila Bouho dest nîşan kir ku pêşxistina rewşa jinê peydakirina derfetan û xurtkirina jinê di hemû waran de pêwîst dike, ev jî dibe alîkar ku pergalek malbatî bi hêz ava bibe û wiha got: “Xurtkirina jinan a civakî, aborî û siyasî yek ji bingehên sereken e. Ji bo jinan peydakirina derfetên kar û projeyên xwe taybet avakirin mijareke gelekî girîng a çareseriya hemû mijarên jinane.”

‘Di encama vê yekê de pêşiya tundiya li dijî jinê tê girtin’

Leila Bouho, diyar kir tevlîbûna jinan nava bazara kar û nava komeleyan de û hewildanên avakirina projeyên taybet rê dide jinan mafên xwe nasbikin û serxwebûna xwe darayî pêkbînin û wiha got: “Di encama vê yekê de rê li pêşiya tundûtujiya li dijî jinê digire û zextên malbatî bandorê lê nakin. Alîkariya jinê û derfeta pêkanîna serxwebûna darayî baweriya jinê ya bi xwe zêde dike û sûdê hem li xwe û hem li malbata xwe dike.”

‘Projeya Besma jî însyatîfa xurtkirina jina ye’

Leila Bouho, da zanîn ku jin di malbatê de hêmana sereke ye û wiha axivî: “Ev jî mijara ku komeleya Besma ji sala 2011’an de li bajarê Dar Al-Bayda avabûye de li ser kar dike û di çarçoveya însyatîfan li dar dixe. Projeya Besma  bi armanca piştgiriya jinan di warê aboriya civakî û pêkanîna wekheviyê de xurt dike. Li gel çalakiyên alîkar ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet bi riya bernameyek salane an mehane kar dikin kêrhatiyên wan zarokan pêşdixin. Komele ne tenê di warê aborî de jinan xurt dike, gelek însyatîf û proje di sala 2020’an de lidarxistin û alîkariya derdorî 50 jinan û ciwanan kirin. Li ser asta karkerên kantona Ayn Al-Şeq li Dar Al-Beydaa di çarçoveya Kerwanê (Besma online) sala 2021’an, karînên ciwanên di temenê navbera 18-35 salî pêşxistin, bi riya internetê xurtkirin û fêrî rêbazên tevlîkirina makenîzmayên bikaranîna mafên aborî û civakî ya jinan û ciwanan kirin. her wiha ji bo ew jî însyatîfan nava pergala aboriya hevgirtî de avabikin pêdiviyên van beşên civakê girtin dest, pêşniyarên wan kom kirin.”

‘Bi armanca piştgiriya jinan bikin û rola wan di jiyana siyasî de xurt bikin hat destpêkirin’

Leila Bouho, der barê projeya Besma ya xurtkirina jinan siyasî de dibêje: “Tevî ku madeya 29’an ji makzagona Mexribî wekheviya navbera herdu zayendan de diyarkirî jî gelek makenîzmayên saziyan û yên zagonî ji bo xurtkirina nûnertiya jinan ya siyasî pêkanîne, lê ne di asta tê xwestin de ye. Projeya xurtkirina beşdariya siyasî ya jinan destpêkirî bi armanca piştgiriya jinan bikin û rola wan di jiyana siyasî de xurt bikin.”

Leila Bouho, têkildarî hebûna jinan a di dîmenê siyasî ya Mexribî de jî wiha got: “Guhertinek di hebûna jinan de pêkhatî, tevlî komek astengiyên heyî ku rênadê aktîf beşdarê bibê û bighêje navendên biryardayînê, lê mixabin hîne gelek kes hene ku jinê di nava pergala siyasî de weke jimareyek temamker dibînin, ev pergalên bin kontrola hişmendiya mêrsalarî ku jinan paşguhdixin.”

‘Jinên Mexribê tevî hemû astengiyan jî gavên mezin avêtin’

Leila Bouho, der barê karê kolektîf ya jinan li Mexribê de wiha dibêj e: “Di encama pêşketina hişyariya jinan a piştî ketina jinan warê perwerdehî , zenistî, çandî û aborî, jinan karîne xwe di karê civakî û sivîlî de ferz bikin û vebûna wan li ser civakê hiştî ew cihê xwe rast di civakê de di hemû waran de bigirin. Jina Mexribî gelek gav avêtine ku îro aborî pêşvedibe û civakê pêşdixe. Jinên Mexribê tevî hemû astengiyan jî gavên mezin avêtine, jin bûne pêşengên hemû waran ku berê ji bo mêran dihatin hesbandin.”

Leila Bouho, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ketina jinan a hemû warên karên cuda û bidestxistina pileyên zanistî bilind û beşdarî biryardayîna siyasî gelekî girîng e û wiha pê de çû: “Divê hemû jin ji bo xwe di civakê de ferz bikin karînên xwe bikarbînin û bêzar û bê hêvî nemînin. Divê jin çi dibe bila bibe bila têkoşîna xwe berdewam bikin û paşguhxistina xwe kêm bikin hemû cureyên zordariyê tune bikin.”