Çalakvana Kurd bi şerta kelebça elektronîk hat berdan
Aktîvîsta sivîl a xelkê Dêgulanê û yek ji girtiyên serhildana “Jin Jiyan Azadî” Suheyla Mutaî, piştî ku beşek ji heyama cezayê xwe di Saziya Çaksazî û Perwerdeyê ya Sineyê de derbas kir, bi şerta kelebça elektronîk hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji aliyê medyayên mafên mirovan ve hatine weşandin, hat ragihandin ku Suheyla Mutaî wê cezayê xwe yê 6 mehan li derveyî girtîgehê û di bin çavdêriya kelebça elektronîkî de, bi sînorê çûnûhatinê yê diyarkirî derbas bike.
Ew beriya niha, di 23’yê Hezîranê de û piştî ku sewqî Şaxa 102’an a Bicihkirina Cezayan a Dadgeha Şoreşê ya Dêgulanê hatibû kirin, ji bo bicihanîna cezayê girtîgehê hatibû girtin û ji bo Saziya Çaksazî û Perwerdeyê ya Sineyê hatibû veguhestin.
Hat girtin û ji mafê dîtina parêzer û malbatê bêpar hat hiştin
Her wiha, Suheyla di sala 2024’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li Dêgulanê hatibû girtin û piştî demekê bi kefalet û bi awayekî demkî hatibû berdan. Rapor xuya dikin ku yekem car dema ku hat girtin biryara dadgehê nehatiye nîşandan. Di wê demê de ji mafê dîtina parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar hatiye hiştin.
Sûc: Propagandaya li dijî sîstemê
Suheyla Mutaî ji aliyê Dadgeha Cezayan a Dêgulanê ve bi tohmetên wekî “propagandaya li dijî sîstemê û weşandina babetan di medyayên derveyî Îranê de” bi 6 meh cezayê girtîgeha bicihkirinê û 3 sal cezayê girtîgeha taloqkirî hat mehkûmkirin. Ev dosya li ser girtina wê ya piştî lidarxistina merasîma Roja Cîhanî ya Jinan li Sineyê hatibû vekirin.