Çalakvana jin a Îranî bi kefalet hat berdan

Nivîskar û çalakvana mafên mirovan a Îranî Pouran Nazemî bi 500 milyon tumena îranî bi kefalet hat berdan, girtiya siyasî Mozhgan Kavsî jî li Şaxa 1’emîn ya Dadgeha Şoreşê hat darizandin.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan û nivîskara Îranî Pouran Nazemî ku ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi hinceta piştgirî dayîna xwepêşandanên berfireh ên li seranserê welat hatibû girtin, bi kefalet hat berdan. Hate zanîn ku Pouran Nazemî ku darizandina wê dê xeyrî mewqûf (kesê ku bêyî bê girtin tê darizandin) berdewam dike, di berdêla 500 milyon tumana Îranê bi kefalet hat berdan. Pouran Nazemî 2 meh li qawîşa hejmara 209’an ya Girtîgeha Êvînê ma bû. Pouran Nazemî ku îmzaya wê di nava nivîskaran ku ji bo guhertina rejîmê der barê hikûmeta Îranê daxuyaniyek belav kiribû e cih digre, gelek caran ji bo guhertinên radîkal ên di destûr û qanûnên welat de daxuyaniyan dabû.

Danişîna Mozhgan Kavsî hat dîtin

Darizandina girtiya siyasî û çalakvan Mozhgan Kavsî jî hat dîtin û derket pêşberî dadgehê. Mozhgan Kavsî bi îdiayên “Ji rêberê Komara Îslamî ya Îranê re heqaret”, “Li dijî rejîmê propaganda kirin û tehrîkirina mirovan ya ji bo şer”, “Ewlehiya netewî ya welat xirakirin û bi welatên dijmin re hevkarî kirin” hat darizandin. Herwiha parvekirinên li ser înternetê ya çalakvan Mozhgan Kavsî ku li Şaxa 1'emîn Dadgeha Şoreşê dihat darizandin jî bû mijara sûcdarkirinê. Çalakvan Mozhgan Kavsî dema hat binçavkirin 35 rojan hatiye jêpirsînkirin û piştre sewqî Girtîgeha Tankabonê hatibû kirin.