Çalakvana Efgan Neda Parwanî tevî hevjînê xwe hat girtin

Endama Tevegera Protesto ya Ji Xwe Ve ya jinên Efganistanê Neda Parwanî, di serdegirtina mala xwe de li gel hevjînê xwe ji aliyê Talîbanê ve hat girtin.

Navenda Nûçeyan – Endama Tevegera Protesto ya Ji Xwe Ve ya jinên Efganistanê Neda Parwanî di dîroka 19’ê Îlonê de di dema ku endamên Talîbanê li ser mala wê de girtin li gel hevjinê xwe hatin girtin. Nayê zanîn ku ka Nada Parwanî, zaroka wê ya 4 salî û hevjinê wê birine ku derê.

Hat zanîn ku Neda Parwanî di rojên derbasbûyî de li ser hesabê medyaya dijîtal ya Horasan Enternasyonal axivîbû.