Çalakvana Beyan Ferecullahî hate girtin

Çalakvana Beyan Ferecullahî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Kurdistanê bi tundbûna pêla girtina hemwelatî û çalakvanan re ev meh zêdetirî 20 kes hatin girtin û ji bo cihên nediyar hatin şewq kirin, Beyan Ferecullahî jî 17’ê Tirmehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Li gor nûçeya hatiye weşandin, hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina belgeyên edlî, çalakvana Beyan Ferecullahî girtin. Heya niha der barê çarenivîsa çalakvan û sûcdariyên têkildarî wê de tu agahî nehatin bi dest xistin.