Çalakvana Îranî ya girtî tevî rewşa xwe ya giran nayê dermankirin

Çalakvana kedkariyê ya girtî Nesrîn Cewadî, tevî ku rewşa wê ya tendirustiyê xerabtir dibe, li Girtîgeha Evînê pêwistiyên wê yê dermankirinê nayên pêk anîn.

Navenda Nûçeyan – Endama Federasyona Azad a Karkerên Îranê û çalakvana kedkariyê Nesrîn Cewadî ya li girtîgeha Îranê tê girtin, tevî rewşa wê ya xirab a tendirustî jî mafê wê yê xwe gihandina lênêrîna pêwîst a bijîşkî hat astengkirin.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku çalakvana kedkariyê ya ku li Girtîgeha Êvînê bi navê Nesrîn Cewadî girtî ye, tevî têkçûna rewşa tendirustiya wê û daxwazên wê yên gelek caran ji bo dermankirina pêwîst, ji lênihêrîna bijîşkî hatiye redkirin.

Nesrîn Cewadî di sala 2018’an de li gel bi dehan xwepêşanderan di xwepêşandana li dijî şert û mercên karkeran ên li ber avahiya parlamentoyê de, di roja cîhanî ya kedkaran de hatibû girtin û di Hezîrana heman salê de, piştî dayîna 100 milyon tumenê bi kefaletê hatibû berdan Lê piştî sê mehan ji berdana wê ji aliyê Şaxa 26 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi tohmeta “civîn û lihevkirina ji bo karkirina li dijî ewlehiya Îranê”, “propaganda li dijî rejîmê” û “propagandaya li dijî rejîmê” û 5 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Her wiha bi 74 qamçiyan û qedexeya danûstandinê bi malbata xwe re jî hat cezakirin.