Çalakvan Meryem Sadiqî li Îranê hat girtin

Rayedarên Îranê çalakvan Meryem Sadiqî girtin û birin cihekî nediyar, sedema girtinê nehat zela kirin û tû bilgeyên ku girtina wê rewa dike nehatin nîşandan.

Navenda Nûçeyan- Raporek Rêxistina mafên mirovan diyar kir ku hêzên ewlekariya Îranê 23'ê Cotmehê ser mala çalakvana Femînîs û endama komîteya koordînasyona alîkariya avakirina sendîkayan Meryeme Sadiqî ya li bajarê Sinndec de girtin. Li gorî çavkaniyên agahdar ku hêzên ewlekariyê yê Îranê ser mala çalakvan Meryem sadiqî de girtin û mala wê kontirol kirin bêyî ku tu belgeyên dadiwerî bidin xwiya kirin ew girtin û birin cihekî nediyar.
Çalakvanên jin li Îranê ne di ewlehê dene 
Beriya niha di sala 2018'an rayedarên Eyranê gazî çalakvan Meryem Sadiqî kiribûn ji bo dadgeha Sinndc a şoreşê kiribûn, lêpirsîn pêre hatibû kirin û serbest hatibû berdan. Beriya vê bûyerê bi salekê wê di yek ji gotarên xwe de desthilatdarî li welat rexne kir û wiha gotibû: "hin çalakvanên Îranî gelek caran serî li welatên xerb didin da ku zextê li Tehran bikin ku rêzê ji mafê mirovan re bigre."
Rêxistina Nûçeghanên Bêsînor 23'ê Cotmehê hişyarî dabû kompanyayên gitinên keyfî yên Rêjîma Îranê li dijî jinên çalakvan û xizmên wan ku wan bi neheqî mehkûm dike.