Çalakvan Kajal Nasirî hat binçavkirin
Hat ragihandin ku çalakvan Kajal Nasrî ya ku li parêzgeha Sine ya Îranê dijî, hatiye binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Di 12'ê Kanûnê de çalakvan Kajal Nasrî ku li gundê Tangîsar ê herêma Sine ya Îranê dijî, di encama serdegirtina mala wê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hat binçavkirin.
Têkildarî tawanên li dijî çalakvanê sivîl kajal Nasirî tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Her wiha ev ne cara yekê ye ku hêzên îstixbarata Îranê çalakvana sivîl kajal Nasirî binçav dikin.