Çalakvan Ezîma Nasirî ji hêla îstixbarata Îranê ve hat girtin
Çalakvana mafê mirovan Ezîma Nasirî li mala xwe ya li bajarê Bokanê ji hêla îstixbarata Îranê ve hat girtyin.
Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafê mirovan Ezîma Nasirî ya berê jî demdirêj di girtîgehên Îranê de mayî carek din hat girtin. Li gorî çavkaniyên herêmî hêzên îstixbarata Îranê di saetên serê sibê de bi ser mala Ezîma ya li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê de girtin û ew girtin binçavan.