Çalakiyên penaberên Serêkaniyê ya “Vegera bi ewle bê dagirkerî” dewame
Hamleya Komîteya Penaberên Serêkaniyê 8’ê mehê bi diruşma “Vegera bi ewle bê dagirkerî” dayî despêkirin berdewame. Îro jî di çarçoveya hamleye de Komcivînek hate li darxistin.
Hesekê- Komîteya Penaberên Serêkaniyê bi navê “Vegera bi ewle bê dagirkerî” hamleya çalakiyên ji bo vegera ser warê xwe dane despêkirin. Di çarçoveya hamleye de ji aliyê Meclisa Edaletê ya Kampa Waşûkanî ve li kampê hat li dar xistin.
Endama Mclisa Edaletê ya Bajarê Qamişlo Xanim Eyîo di derbarê kocivîna ku îro li kamapa Waşûkanî hate li darxistin de got: "Em wek heqûqnas û parêzerên doza Serêkaniyê me komcivînek lidarxist. Armanca me ew e ku em çawa karibin kiriyarê dewleta tirk ên ku di derhehqê sivîlan de rojane têne kirin bidîn dîtin. Ji beriya du salan bajarê Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagîrkirin û beriya wê Efrîna hate dagîrkirin, li dan deverên dagirkirî binpêkirinên mafan gelek zedene. Em çawa karibin kiriyarê dewleta tirk bighînin dadgehên navnetewî. Di wî aliyî de me gelek amadekirî kirine û emê dosiya hazir bikin ji bo dadgehkirina kesê ku destê wan di van kiriyara de hebe bê ceza nemîne. Em baş dizanin ev sucên ku dewleta tirk pêk tîne li dijî mirovahiyêye û ev dikeve nava sucên şer ji bo wê em haziretiya dosiya dikin ku karibin dengê penaberan bigihînin derve û vegerk bi ewle bê dagîrkerî ji bo welatiyên bajarê Serêkaniyê yê ku niha li kampa dijîn bidin çêkirin. Ji bo vegerin bajarê xwe li ser mal û milkê xwe.”