“Çalakiyên me di çarçoveya têkoşîna li hemberî tundiyê de ye”

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê ya îsal nirxand û got: "Kongreya Star dê 20'ê Mijdarê rêzeçalakiyên yên ji bo 25'ê Mijdarê Roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, bi riya daxuyaniyekî eşkere bike."

 
RONAHÎ NÛDA
Qamişlo – 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê li seranserî cîhanê bi çalakiyên cur be cur tên pêşwazî kirin. Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo 25'ê Mijdarê amadekariyên mezin dikin û peyamên bi bandor di vê rojê de didin. Rêxistina Kongreya Star bi boneya hatina 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, gelek çalakî dane pêşiya xwe. Her wiha hat diyar kirin ku Rêxistina Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê di 20'ê Mijdarê de starta rêzeçalakiyên xwe wê bi daxuyaniyekî eşkere bikin. Têkildarî rêzeçalakiyên îsal ên Kongreya Star, Berdevka Kongreya Star a Rojava, Remziye Mihemed nirxandin kir.
"Têkoşîna jinan bilind bikin"
Remziye Mihemed 25'ê Mijdarê wiha nirxand: "Em di meha mijdarê de dijîn û her jinek dizane ku ev meh roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. Em weke jinên kurd dizanin ku bi awayekî rojane tundî li ser jinan û zarokan tê meşandin, loma di salê ango di rojê de têkoşînek ne, divê her rojê me bibe roja têkoşîna li dijî tundiyê. Her wiha ev salên dawî li beramber herêmê, civakê, siyaseta qutkirina avê û xwezaya me jî tundî tê meşandin.  Roja 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye û li tevahî cîhanê ev roj tê pêşwazî kirin, em ê jî xebat û çalakiyên xwe tevlî vê rojê bikin. Armanca me ewe ku em têkoşîna jinan bilind bikin."
"Em ê her jinekî tevlî têkoşînê bikin"
 Remziye Mihemed çalakiyên îsal ên Kongreya Star wiha anî ziman: "Çalakiyên ku îsal em ê li dar bixînin armanca me ewe ku em xwe bighînin her gund, belde, navçe û bajaran. Her wiha em ê xwe bighênin her jinekî ku zanistek di nava wan de çêbikin ku rastî jî tundî li ser wan tên meşandin. Em çend salin têkoşînek mezin di vê şoreşê de dikin û jin pêşengtiya vê şoreşê dikin. Gelek serkeftin û destkeftiyên şoreşê hene ku gelek efsaneyên jinan hatin jiyîn. Berxwedêrên ku gihîştine asta şehadetê mîna Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr, Sosin Bîrhat, Zehra Berkel, parastina destkeftiyên şoreşê kirin e. Em ê xwedî li pêşengên xwe derkevin û şoreşa xwe mezin bikin. Em ê her jinekî tevlî vê têkoşînê bikin ku karibe rola xwe di nava civakê de bileyîze û mafê xwe bixwaze."
"Rêxistina Jinan bi hev re dengê xwe bilind dikin"
Remziye sazî û dezgehên jinan ên ku beşdarî rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê bûne wiha parve kir: "Em weke Rêxistina Kongreya Star her sal bername û çalakiyên 25'ê Mijdarê derdixînin. Ev sê salên dawî de tevahî sazî û dezgehên Rêxistina Jinan di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xebatekî hevbeş bi hev re didin meşandin. Em weke rêxistina jinan divê rojê de bi hev re dengê xwe û dirûşmeya xwe bilind dikin.  Hemû pêkhate li hember tundiyê sekin û îradeya xwe pêk tîne. Di asta Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû rêxistina jinan amadekariya pêngava 25'ê Mijdarê dikin û em ê rêzeçalakiyên xwe pêk bînin."
"Li hember tundî û dagirkeriyê seknekî xurt nîşan bidin"
Remziye îfadeya dirûşmeya îsal wiha tîne ziman: "Heta niha jî amadekariya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê bi dawî nebûye. Lê dirûşmeya me, dagirkeriya ku li ser herêmê heye, tundiya li ser jinan ji aliyê dagirkeran ve pêk tê û tundiya ku di nava civakê de li ser jinan pêk tê dirûşmeya me li ser wê esasê bê derxistin. Heta niha jî tundiya ku li ser jinê tê meşandin em dibînin ku jin dawiya jiyana xwe bi destê xwe pêk tîne, ango di nava civakê de tê kuştin, loma wê dirûşmeya me vê yekê jî bigire di nava xwe de. Em dikarin bêjin ku li hember tundî û dagirkeriyê em ê bi dirûşmeya xwe seknekî xurt nîşan bidin."
"Hemû roja xwe bikin roja têkoşînê"
Remziye Mihemed peyama îsal a 25'ê Mijdarê wiha anî ziman: "Heta niha jî şerek dijwar li beramber xaka me û li hember jinan dom dike. Me dît ku jinên ku çawa di xebatan de û jinên ku xwe bi rêxistin kirine zêdetir rastî tundiyê tên. Loma divê her jinek xwe bighêjîne asta zanistê û xwe tevlî perwerdeyan bike. Her wiha divê jin maf û dîroka xwe binase ku li beramber tundiyê bisekine. Divê hemû jin bizanibin ku 5 hezar salin tundî û siyasetek li ser wê tê meşandin. Divê jinên herêmê xwe baş perwerde bikin da ku jinên cîhanê me ji xwe re bikin mînak. Em weke jinên herêmê li beramber êrîşên çeteyên DAIŞ, dewleta tirk û siyaseta rejîmê ku jinan qebûl nake, sekinîne, loma yekîtiya jinan pir girîng e. Divê her jinekî xwe bighêjîne rêxistina xwe da ku em li beramber her cure êrîşan bisekinin. Gelek roj ji bo jinan hatiye diyar kirin, lê bi rastî jî ev rojane xizmeta jinan dikin ango li ser pel hatiye îmzekirin, divê em vê baş fêm bikin. Loma em rojekî têrê xwe nabînin û divê em hemû rojê xwe bikin roja têkoşînê."
"Bi riya zanistê xwe biparêzin"
Remziye diyar kir ku divê jin xwe nexweşiyên ku desthilatdar ava dike xwe biparêzin û wiha domand: " Gelek cureyên nexweşiyê li ser me tê meşandin. Desthilatdariya ku heyî li ser asta cîhanê de nexweşiyek mîna vîrûsa Korona di nava cîhanê de belav kirin. Divê em xwe li hember nexweşî û tundiyê xwe biparêzin. Şerê taybet û tehdît ji aliyê dagirkeran ve her roj tên meşandin. Her wiha bi riya teknîkê xwe dighêne her malekî û li wê malê şerê navxweyî derdixîne holê. Loma divê em bi şerê gelê şoreşgerî xwe ji tevahî nexweşiyan biparêzin û xwedî têkoşîn û şoreşa jinê derkevin. Êrîşên siyasî, nexweşî û leşkerî hemû jî vîrûsin, loma divê em bi riya zanistê xwe ji van virûsan biparêzin."
"Em xwedî li jinên ku di herêmên dagirkeriyê de mane, derdikevin"
Remziye balkişand ser herêmên dagirkirî û jinên ku rastî tundiyê tên û wiha pêde çû: "Ne tenê îsal em her sal herêmên ku ji aliyê dagirkeran ve hatine dagirkirin û jinên ku li wê derê ne xwedî li wan jinan derdikevin. Di herêmên dagirkirî jin gelek rastî tundiyan tên, heta jinê weke namûs dinêrin. Dagirkerî jî tundiya li ser jinê esas digire. Her wiha jinên ku koçber bûne û di kampan de dijîn em 0 perwerde didin wan û wan zane dikin. Di heman demê de jinên ku rastî tundiyê tên em wan di malên parastinê de diparêzin. Jin bikaribe li hember dagirkeriyê bisekine seknek û îradeyek xurt pêwiste, loma em li kêlek wan disekinin."
"20'ê Mijdarê rêzeçalakiyên xwe eşkere dikin" 
Remziye starta rêzeçalakiyên 25'ê Midarê wiha eşkere kir: "Em ê di 20'ê Mijdarê de bi riya daxuyaniyekî rêzeçaliyên 25'ê Mijdarê ragihînin. Em vê pêngavê bi hevbeşiya tevahî rêxistina jinan pêk tînin û em ê xebatekî baş bimeşînin. Divê rojê de em ê têkoşîn û hevgirtina jinan nîşan bidin. Banga me li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku em xwe li derdorê pergala xwe kom bikin û em yekîtiya jinan ava bikin. Em ê divê rojê de xwedî li hevrêyên xwe yên mîna Zehre Berkel, Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde derkevin."