Çalakiyên mamostayên bi peyman di dome
Li gelek navendên Başûrê Kurdistanê mamostayên bi peyman li qadanin û daxwaz ji hikûmetê dikin ew bi fermî werin tayînkirin. Îro jî carek din mamosta li Silêmanî û bajarên din yên Herêma Kurdistanê kombûn û daxwazên xwe anîn ziman.
Silêmanî- Zêdetirî hefteyeke li sinorê parêzgeha Silêmanî, Raperîn û Helebceyê mamostayên bi peyman li qadanin. Îro jî li Silêmaniyê mamostayên bi peyman li ber Ofîsa Parlementoya Herêma Kurdistanê kombûn û daxwaz kirin bi fermî werin tayînkirin. Li gelek bajar û navçeyên din jî bi heman daxwazê mamostayên bi peyman li ber rêveberiyên perwerdê kombûn û bi dirûşm û daxuyaniyan daxwazên xwe anîn ziman.
Roja 17’ê Cotmehê 20 parlementerên Parlementoya Herêma Kurdistanê daxwaz kirin li ser mijara tayînkirina mamostayên bi peyman parlemento civînek lidarbixe û vê pirsgirêkê çareser bike. Li Herêma Kurdistanê 23 hezar mamostayên bi peyman hene û nehatine tayînkirin. 5 salin mamosta daxwaza tayînkirinê dikin, lê hikûmet bi hêceta qeyrana darayî daxwaza mamostayan red dike.