Çalakiyên ji bo 8’ê Adarê li Qamişloyê didomin

Çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Qamişloyê berdewam dikin. Du pêşangehên karên destan ji aliyê Weqfa Jina Azad û saziyên civaka sivîl ve hatin vekirin her wiha ji aliyê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ve semîner hat dayîn.

Qamişlo- Çalakiyên 8’ê Adarê li Qamişlo didomin. Ji bo pêşwaziya Roja Jinên Kedkar a Cîhanî îro jî pêşengeh û semîner hatin lidarxistin.

Weqfa Jina Azad  û saziyên civaka sivîl pêşangeh vekirin

Weqfa Jina Azad li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê pêşangehek karên destan û cilan vekir. Berhemên jinan ên bi dest hatine çêkirin, di pêşangehê de hatin pêşandan. Piraniya wan jî cil û bergên Kurdî bûn ku di meha Adarê de gelek daxwaz ji bo wan heye ji bo di cejnên Kurdî de li xwe bikin.

Di heman çarçoveyê de, rêxistin û saziyên civaka sivîl jî xwestin vê rojê pîroz bikin, li ser vê bingehê li bajarê Qamişloyê pêşangehek karên destan vekirin. Bi dehan jin, ciwan û zarok bi berhemên xwe yên rengîn beşdar bûn. Hinek bi tabloyan, hinek bi tiştên xemlê, cil û berg û hinek jî bi mûnetên xwarinê beşdar bûn. Di heman demê de, di pêşangehê de beşên stranan hebûn.

Li ser dîroka 8’ê Adarê semîner hat dayîn

Li aliyekî din, ji aliyê Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ve li Qamişloyê semîner li ser dîrok û sedemên rabûna serhildana jinan a 8’ê Adarê, hat dayîn. Bi dehan jin ji  Meclisa Cîbicîkar, Meclisa Dadwerî ya Demokratîk a Gelan û Koordînasyona Jinan a Kantona Cizîrê di semînerê de amade bûn. Semîner ji aliyê Hevseroka Meclisa Cîbicîkar Vîvyan Beho, Hevseroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Evîn Paşo, Hevseroka Meclisa Edaletê ya Jin Welaa El-Elî  û Endama Dîwana Encûmena Yasayî Corcêt Bersûm ve hat birêvebirin.