Çalakiyên Hindistanê berdewam dike

Rêveberê Polîsên Bajarê Kalkûtayê û hejmarek rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê ji ber bûyera destdirêjî û qetilkirina bijîjka jin a stajyer ji kar hatin dûrxistin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê di 9’ê Tebaxê de bijîjkek jin ya stajyer hat tecawizkirin û paştre hat qetilkirin. Piştî bûyerê li gelek deverên Hindistanê bijîjk û jin bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çalakî li dar xistin. Li gelek deverên Hindistanê çalakî kêmek sar bûn, lê belê li Kalkutayê çalakî hê berdewam in.

Rayader ji kar hatin dûrxistin

Serokwezîra Eyaleta Bangala Rojava Mamata Banêrcî ragihand ku piştî civîna bi bijîjkan re ku duşemê pêk hatibû, komîserê polîsên Kalkutayê û 2 berpirsên rêveberiyên tenduristiyê ji kar hatine dûrxistin.

Mamatî Banêrcî  piştî civînê ji rojnamevanan re axivî  got: “Me lihev kir ku midûrê xebatên tenduristiyê û midûrê fakulteyên tibî ji kar bên dûrxistin. Li ser daxwazên bijîjkên stajyar dê komîserê polîsên Kalkutayê Fînît Gopal ji kar were dûrxistin."

Mamatî bang li bijîjkan kir ku vegerin karê xwe û got çalakiya wan bandor li xebatên destwerdana lezgîn dike.

Berdevkê Eniya Bijîjkên Stajyar a Bangala Rojava Anîkît Mahato diyar kir ku heta lêpirsîn di dozê de temam nebe çalakiya wan dê berdewam bike.

Piştî bûyerê, kesek bi tawana qetilkirinê hate girtin, lê hikumeta wîlayata Bangala Rojava têkildarî mijûlbûna wê bi lêpirsînê re, rastî rexneyan hat.

Bi hezaran çalakger roja duşemê daketên kolanên bajêr û banga edaletê kirin.